Dê Stenbol ji bo Tahir Elçi bimeşe

16:27

JINHA

STENBOL - Dê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi li Stenbolê bi meşekê bê şermezarkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi dema ku ji bo şermezarkirina texrîpkirina Minareya Çar Ling a Dîrokî daxuyanî dixwend ji aliyê polîsan ve hedef hat nîşandan û hat qetilkirin. Dê welatî di saet 17.00'an de li ber baroya kevin a li ser Cadeya Îstikbal a Beyogluyê bên bahev heya Meydana Galatasarayê bimeşin û li wê daxuyanî bidin çapemeniyê.

(zt)