Çeteyan êrîşê Şêxmeqsûd kirin: 40 birîndar û 2 kes jiyana xwe ji dest da

17:39

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam topbaran kirina li ser taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di encama topbaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 40 sivîlan jî birîndar bûne, di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Nûçegihanên ANHA´yê ji taxa Şêxmeqsûd ragihandin ku Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi çekên giran topbaran dikin. Nûçegihanan diyar kirin ku heta niha di encama topbarnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û bi 40

sivîl birîndar bûne, di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, rewşa hin birîndaran di tehlîkeyê de ye. Topbaran kirina taxê ji aliyê çeteyan ve didome.

(rc)