Kongreya DEM-GENÇ'ê hat taloqkirin
17:57
JINHA
AMED - DEM-GENÇ'ê ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî 1'emîn Kongreya Xwe ya Awarte taloq kir.
DEM-GENÇ'ê ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî kongreya xwe ya ku dê li Amedê li dar xistiba taloq kir. DEM-GENÇ'ê bi civîna çapemeniyê taloqkirina kongreyê eşkere kir. Kongre bi sedema qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hat taloqkirin. Endamên DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan û Hatîce Çelîk tevlî civîna li avahiya DBP'ê hatiye lidarxistin bûn. Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyek girîng de derbas dibin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de êrîşên AKP'ê li ser gelê me gihiştine asta herî jor. Di van êrîşan de gelek hevalên me şehîd bûne. Lê weke di dîrokê de dê gelê kurd cardin li berxwe bide. Me xwest di vê pêvajoyê de ciwanan bi rêxistin bikin, ji ber vê jî me biryara kongreyê da."
Cuneyt anî ziman ku ji ber êrîşa li hemberî Tahir Elçî ew ê kongreyê taloq bikin û dîroka pêkanîna kongreyê ne diyar e. Cuneyt destnîşan kir ku êrîşa li hemberî Tahir Elçî li hemberî gelê kurde wiha pêde çû: "Êrîşa li hember Tahîr sûîqast e. Ev sûîqast li hember hemû hêzên demokratîke."
Cuneyt anî ziman ku dê sibe bi hemû delegeyên xwe re tevlî merasîma cenazeyê Tahîr Elçî bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em hemû ciwanên kurd li hemberî van êrîşan vedixwînin bilindkirina berxewdanê."
(rc)