Jinên ku hember zîhniyeta desthilatdarî berxwe didin dibêjin, 'Xebat mafê me ye'

09:01

JINHA

AMED - Jinên Amedê ên ku li hember zîhniyeta desthilatdariyê têdikoşin û dixebitin wiha dibêjin, "Xebat mafê me ye. Divê hemû jin bixebitin."

Jinên ku tevlî xebatê dibin û kardikin, hem li hember kevneşopiyên civakê ên ku bi zîhniyeta mêr hatî avakirin têdikoşin, hem jî hilberînê jiyanê bi tevlîbûna xwe bi hêz dikin. Bi taybet di qadê aboriyê de zîhniyeta desthilatdariyê tundî li hember jin pêk tîne. Li hember vê yekê jinên Amedê têkoşîna xwe didomînin. Li Rezanê Sidika Yildirim a ku li bazarê tezgeh daniye, Sultan Okşan a ku magazayê pêlavan vekiriye û Ayten Unal a ku li malê xwe dixebite gotin: "Xebat mafê me ye. Divê hemû jin bixebitin."

'Ji kar hezdikim'

Li Rezanê Sidika Yildirim (65) her roja Înê li bazarê tezgaha xwe ya sîran vedike, diyar kir ku ew her sibê tevî kurê xwe tê bazarê. Sidika ya ku bi temenê xwe yê mezin jiyanê wê dagirtî diyar kir ku ji ber ew tevahî roja xwe li bazarê derbas dike kêfxweşe. Sidika da zanîn ku ew ji kar gelek hezdike û wiha domand: "Hevjînê min nîne, ez li ba kurê xwe dimînim. Lê cardin ez naxwazim vala rûnim, ji kar hezdikim. Divê jin jiyana xwe bi xwe avabikin. Bi keda xwe debara xwe bikin û li bendê mêra nemînin."

Sultan Okşan a ku di magazayê pêlavan de dixebite, yek ji jinên ku di temenê bi çûk de dest bi kar kiriye. Sultan destnîşan kir ku divê jin ne tenê ji bo pere qezenç bike bixebite, her wiha ji bo bawerî bi xwe bîne û tevlî jiyanê bibe divê bixebite. Sultan diyar kir ku ew bi xebatê alîkariyê dide malbata xwe jî.

'Mêr naxwazin jin bixebitin'

Ayten Unal (37) a ku li malê xebat dide meşandin, anî ziman ku divê jin derê dervî malê û bixebite û got ku jin ji aliyê mêran ve tê asteng kirin. Ayten bi lêvkir ku divê jin li hember astengiya têbikoşe û wiha pêde çû: "Ez dixwazim bixebitim, lê ji min re dibêjin 'bila hevjînê te bixebite'. Ez qey mecbûrim li mal bimînim, mafê xebatê ma tune ye?."

(rc)