Sara Kaya: Jinan berxwedan da despêkirin û biserketin

09:03

Bêrîtan Elyakut/JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya bi tilîliyên jinan şikandina dorpêça 14 rojan û wiha got: "Li 4 taxan di nava bombabaranê de dema ku me tilîliyên dayîkan dibihîst me hêz digirt. Jinên Nisêbînê ticarî dest ji çanda xwe bernedan. Jinan li aliyekê parastina xwe ya cewherî dikirin, li aliyê dinê jî pêdiviyên xwe yên xwarinê dabîn dikirin. Jinan dest bi berxwedanê kirin û bi serketin."

Dewletê 14 roj Nisêbîn dibin dorpêçê de hêla. Li navçeyê 9 kesan jiyana xwe jidest dan û gelek sivî jî birîndar bûn. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di derbarê êrîşên ser wan, binçavkirina wan û dorpêça Nisêbînê de nirxandin kir. Sara bilêv kir ku jinên Nisêbînê tirs xistine dilê dewletê. Sara anî ziman ku şoreşa di salên 1990'an de bi pêşengiya jinê despêkirî her diçe mezin dibe, dixwazin pêşiya wê bigirin.

'Jinên dibin dorpêçê de êrîş şikandin'

Sara destnîşan kir ku Nisêbîn weke bajarê jinan hatiye binavkirin. Sara da zanîn ku piştî Meşa Jinên Cîhanê ya 2015'an ji Nisêbînê despêkirî êrîşên ser jinan hîn zêdetir bûne. Sara derbirî ku azadiya civakê bi azadiya jinan derbasdare û wiha domand: "Jinên Nisêbînê weke her demê carekdinê rolê xwe yê pêşengiyê lîstin. Jinan ticarî li hemberî pergala mêtînger serî netewandiye û li ber xwe daye. Di 14 rojên dorpêçê de jinan di nava taxan de jiyana komunê avakirin û bi berxwedanê dorpêç şikandin."

'Dê jin li hemberî êrîşan bibin yek dil'

Sara diyar kir ku dema jinên kurd înkara ser çand û nasnameya xwe hînbûne dest bi tekoşînê kirine êrîşên ser wan jî zêde dibin û wiha berdewam kir: "Em jin girêdayî çand, nasname û zimanê xwene. Dema ku jin êrîşên ser van xalên hesas dibîne hema derbazî parastina cewherî dibin. Dema ku jinan dîtin êrîş ser parastina cewherî heye, tekoşîn mezin kirin û bi berxwedana xwe êrîş dan şikandin. Berxwedan jinan mezin kirî dê ticarî nekeve. Jinên Nisêbînê bûne yek dil û dê li hemberî hemû êrîşan bi yek giyanê li ber xwe bidin."

'Dewlet azadiya jinê ji bo xwe asteng dibîne'

Sara da zanîn ku dewlet azadiya jinan ji bo xwe astengiya herî mezin dibîne ji bo wê jî herî zêde jinan hedef digire û wiha dom kir: "Ji ber ku dewlet li hemberî demokrasiyê ye, li cihê demokrasî pêşdikeve jin lê heye ji bo wê jî herî zêde êrîşî jinan dikin. Li hemberî hemû êrîşan jin zêdetir dibin yek û bi rêxistinkirinê bersiva êrîşan didin."

'Jinên Nisêbînê bi tilîliyên xwe çember dan şikandin'

Sara destnîşan kir ku ji dîrokê heya niha dorpêça herî dirêj li ser Nisêbînê hatiye danîn û jinên Nisêbînê çawan di salên 90'an de li ber xwe dan, bi heman şêweyî di sala 2015'an de jî liberxwe dan. Sara bilêv kir ku jinan bi tilîliyên xwe dorpêça 14 rojan dan şikandin û wiha pêde çu: "Li 4 taxên dibin bombebaranê de bihîstina tilîliyên jinan hêz dida me. Ticarî jinên Nisêbînê dest ji çanda xwe bernedane. Li aliyekê jinan parastina xwe ya cewherî dikirin, li aliyê dinê jî pêdiviyên xwe yên xwarinê di anîn cîh. Jinan berxwedan da despêkirin û biserketin."

'Gel em anîne ser peyîwirê û dê gel me ji peyîwirê bigire'

Sara wiha berdewam kir: "Gel em weke vîna xwe dane nîşandan, wan vîna gel nasnekirin û em girtin, lê jinên Nisêbînê bi berxwedanê bersiva wan da. Wan xwestin bi girtina me vîna me bişkênin, lê wan vîna gel jibîr kiribûn. Ti hêz nikare vîna gel bişkêne. Peyîwira ku gel dayî me heya dawiyê emê bi hev re berdewam bikin. Em bi gel re bibin bersiva dewleta ku li gorî keyîfa xwe me digire. Gelê ku peyîwir dayî me dikare me ji peyîwirê bigire. Ji derveyî wê ti rewşên dinê nikarin me ji peyîwirê bigirin."

(zt)