'Ji bo ku gel bikarin bi hev re bijîn pêdivî bi pergalek nû heye'

09:04

JINHA

STENBOL - Ji Kombûna Ramanê Tatyos Bebek bi îlanên rêveberiya cewherî re êrîşên ser gelê kurd nirxand û got: "Bihêzkirina rêveberiyên herêmî pêşiniyara dewletê bûye, wê demê tiştek negotin. Lê niha ji ber HDP'ê gotiye qiyametê radikin. Êdî pergala li Tirkiyê hatiye rewşa nayê kêşan."

Komara Tirkiyê ya ku piştî dewleta Osmaniyan hatî avakirin ji bo gelên ne 'tirk' bûye dîroka qirkirinê. Beriya avakirinê ser vê rednîgariyê qirkirina Ermeniyan çêbû, qismî jî be hinek dawî li qirkirinan hatibe jî, lê ser gelê kurd bê navber qirkirin berdewam dikin. Ji Kombûna Ramanê Tatyos Bebek di derbarê qirkirinên ser ermenî, kurdan û tekoşîna kurdan a bi salane berdewam dike nirxandin kir.

Tatyos wiha qala dîroka Ermeniyan û tiştên li Tirkiyê jiyan kirine kir: "Dîrokek Ermeniyan a 3 hezar sal li ser vê erdnîgariyê heye, lê dema ku mirov lê dinêre weke ewana ne xwediyê vê axê ne wiha lêdinêrin. Bi tayîbetî jî di van 150 salên dawiyê de polîtîkayên ser Ermeniyan her dem wan weke yên dinê dîtine. Ermenî hatine rewşa gel û civakek weke yên dinê li wan hatî nêrîn. Ji xwe tiştên ku di salên 1900'an de hatî jiyandin di dîrokê de cihê xwe girtine. Tenê ermenî weke yên dinê nehatine dîtin. Tayîbetî di sed salên dawiyê de bi polîtîkaya Îtihat û Terakî ermenî, kurd û elewî, yeha oldar û çepgîr jî weke yêndinê hatine dîtin."

'Li Tirkiyê pergal ji hevgirtina gelan dure'

Tatyos da zanîn ku pergala li Tirkiyê heya niha ji hevgirtina gelan dure û wiha domand: "Ger li Tirkiyê şêweyek rêveberiyê li gorî dewlemendiya demografiyayê hatibana sazkirin dê niha pirsgirêka kurd nemabana. Bi tinehesibandina gelan û weke yêndinê dîtin dikare bibe sedema kaos û raperînan."

'Rêveberiya Tirkiyê di rewşa neyê rakirin dene'

Tatyos destnîşan kir ku beriya niha bi sed salan sepandinên ser Ermeniyan kirine, ser kurdan jî her demê disepînin û wiha berdewam kir: "Rewşa kurdan ya pêşerojê niha di rojevê dene. Weke mirovî ev tiştên me maf nekirine. Dema ku ez vê dibêjim Haci Birlikê ku dest û lingên wî girêdayî li peyî panzeran dikêşan tê ber çavê min. Li wê bedena ciwanê bêcan li peyî wesayîtê dikêşan, bêmafî û xeber didan, weke ku hêza xwe nîşan bidin xistin vîdiyoyan û servîs kirine. Ev hişmendî ne hişemdiyek a ku şaxên aştiyê lê şîn bibine."

'Di rojeva Tirkiyê de rêveberiyên cewherî gotinek ne nûye'

Tatyos bilêv kir ku rêveberiyên cewherî bihêz kirina rêveberiyên herêmiye û wiha dom kir: "Rêveberiyên cewherî di rojeva Tirkiyê de ne gotinek nûye. Ger neşaşbim di sala 1987'an de ji aliyê Yekîtiya Ewrupayê ve rêveberiyên cewherî ji bo Tirkiyê hatiye pêşniyar kirin û xwestiye têxe meriyetê. Di navbera rêveberiyên cewherî û bihêzkirina rêveberiyên herêmî de pir ferqek nîne. Lê ji ber tirsa genetik a mirovên Tirkiyê weke qetandina axê tê zanîn. Ne cara yekeme rêveberiyên cewherî tên gotin, lê ji ber HDP dibêje, ji bo wê hewildidin şaşî bi mirovan bidin têgihandin. Destur nedane HDP baş bi gel bide têgihandin. Di rastiyê de rêveberiyên cewherî bihêzkirina demokratîkbûna gelan û pêşdebirina hiquqê ye. Ji bo di herêmî de her dever li gorî xwe hilbijêre û bihêzkirina rêveberiyên herêmî pêşniyara dewletê bûye. Wêdemê tiştek nehat gotin. Lê dema ku HDP'ê heman tişt got bû sedema qiyametê."

'Pirsgirêka herî mezin li Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê ye'

Tatyo anî ziman ku li Tirkiyê navendek kaotik heye, ji bo rakirina wê divê bi hev re runin û bipeyîvin û wiha pêde çu: "Bi hev ve girêdana van pirsgirêkan weke mesela mirîşk û hêkê ye... Dema ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin, ez di wê baweriyê deme dê gelek pirsgirêkên dinê jî bên çareser kirin. Tirkiye di aliyê potansiyelê de welatek berfirehe, tenê bi vî şêweyî em dikarin ji bin derkevin. Ji bo ku gel vîna xwe nîşan bidin pêdivî bi pergalek nû heye."

(zt)