Şebnem Korur Fincancı: Tahir hedef girtin
09:50
JINHA
STENBOL - Pispora Tiba Adli û Seroka TİHV Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı diyar kir ku qetilkirina Tahir Elçi ji qirkirinên li Kurdistanê tên kirin û gotina Tahir a “PKK ne rêxistinek teror ê ye” ne cudaye.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi piştî daxuyaniya çapemeniyê di şerê qewimî de hat qetilkirin. Li gorî rapora pêş otopsiyê Tahir bi yek guleya li aliyê wi yê çepê ketî hat qetilkirin. Di derbarê bûyerê de Pispora Tiba Adli û Seroka TİHV Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı nirxandin kir û got: "Rapora otopsiyê jî nîşanî me dide ku Tahir hedef hatiye girtin û wiha hatiye qetilkirin." Şebnem da zanîn ku divê tabloya heyî hemû li ber çavan bê girtin û wiha bê nirxandin. Şebnem destnîşan kir ku piştî gotina Tahir a “PKK ne rêxistinek teror ê ye” lêpirsîna hatî vekirin, biriyara girtinê vegerandina biriyara daraza ji derve, qedexeya derketina derveyî welat ji bo wî anînê ev hemû nîşaneyên bûyerê ne.
'Qetilkirina Tahir ne tesadufeke'
Şebnem bilêv kir ku bûyera qetilkirina Tahir ji qirkirinên li Kurdistanê tên kirin ne cudaye û wiha berdewam kir: "Tahir Elçi parêzvanê mafê mirovan bû û li herêmê hiquqnasek gelek bi bandor bû. Di heman demê de di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jî xwediyê cihek girinbû. Dema ku mirov van hemûyan bibîne wê demê sedema qetilkirinê hîn baştir radikeve ber çavan."
‘Divê em hînî jiyana bi hev re bibin'
Şebnem wiha dom kir: "Vê qirkirinê peyamek da hemû Tirkiyê. Weke êrîşa bombayiya mitînga HDP'ê ya Amedê, ciwanên li Pirusê hatin qetilkirin û êrîşa ser mitînga Aştiyê ya Enqerê peyamek da muhalifên li Tirkiyê dema ku hun aştiyê bixwazin û muhalif bisekinin hunê bên qetilkirin. Divê hem hemû van kirinên dermirovane tên kirin bibînin û li gora wê ji bo mirovahiyê tiştekê bikin. Dema ku em seknekê nîşan nedin emê nikarin bibin yek û hev bigirin."
(zt)