Hempîşeyên Tahir Elçi bi cubeyan ve cenaze dan ser milê xwe

10:00

JINHA

AMED - Bi sedan kesên sibehê ji bo cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê hate qetilkirin werbigirin hatin ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Hempîşeyên Tahir yên parêzer bi cubeyên xwe ve hatin ber morgê bûn rêz û pankarta "Em te ji bîr nakin" vekirin û cenaze dan ser milê xwe.

Ji bo merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê hate qetilkirin bi sedan kes serê sibehê hatin ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Serokên baroyan ên bajarên cuda yên Tirkiyeyê, bi sedan parêzerên Baroya Amedê, parlamenterên HDP'ê jî hatin ber nexweşxaneyê. Hempîşeyên Tahir li ber deriyê morgê bûn du rêz û bi cubeyên xwe ve li cem hev sekinîn. Parêzeran pankartên bi kurdî û tirkî li ser "Em te ji bîr nakin" hatiye nivîsandin vekirin. Welatiyên ku hatin ber morgê wêneyê Tahir xistin pêsîra xwe.

Hempîşeyên Tahir cenaze danîn ser milê xwe û ber bi Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya ku dê merasîm li wê bê kirin ve ketin rê.

(zt)