Bi deh hezaran Tahir Elçi li ber Birdariya Mafê Mirovan pêşewazî kirin
11:00
JINHA
AMED - Bi hezaran welatî cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî wergirtin û ber bi Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ve dimeşin. Bi hezaran welatî jî ji bo tevlî merasîma cenaze bibin ber bi parka Koşuyolê ve diherikin.
Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji hêla hezaeran welatiyan û hempîşeyên wî ve ji morga Nexweşxaneya Dewlete ya Selahaddîn Eyyubî hat wergirtin û ji bo merasîmê ber bi Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ve dimeşin. Ji bilî malbata Elçî gelek parlamenter, siyasetmedar, hempîşeyên wî û welatî li ber bîrdariyê kom dibin. Li ser sînga xwe wêneyên Tahir Elçî daliqandine û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin", "Kujer dewlet dê hesab bide" û "PKK gel e, gel li vir e" berz dikin.
Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di merasîmê de biaxivin.
(zt)