Li Silêmaniyê konferansa jinan hat lidarxistin

12:19

JINHA

SLÊMANÎ - Bi pêşengiya tora rêxitinên jinan ên hevbeş bi duruşma "Aştî, dadperwerî û wekheviyê" li bajarê Slêmaniyê konfransa jinan dest pêkir. Nermîn Osman axaftina vekirinê kir.

Bi pêşengiya Tora Havbeş ya Rêxistinên Jinan bi duruşma "Aştî, dadperwerî û wekheviyê" li bajarê Slêmaniyê konfransa jinan dest pêkir. Konfrans bi rêzgirtinê destpêkir. Endama Desteiya Rêveberiya YNK'ê Nermîn Osman axafina vekirinê kir.

Endama Tora Havbeş ya Rêxistinên Jinan Gûlîzar Naîf jî di derbarê giringiya lidarxistina konferansê de wiha axivî: "Konferansa me di çarçoveya mijara tekoşîna jinan a li hemberî şidetê dene, ji bo wê jî me pêdivî dît em konferansa xwe di hefteya çalakiyên jinan ên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Lihemberî Şidetê de lidar bixin. Ev Konfrans ji tewerên sereke pêktê beşa Civakî, abûrî, yasayî û perwerdeyî jî digire nava xwe. Ji ber ku mijara şideta ser jinan hem pir aliye û hem jî gerduniye, ji bo wê jî divê mirov tekoşînê jî pir alî bigire û binirxîne. Ji bo guherîna jiyana jinan û li gorî wê guherîna zagonan pêdivî bi hîn zêdetir bilind kirina tekoşînê heye."

Piştî axaftina vekirinê belgeflîmek ser kar û xebatên jinan hat pêşkeş kirin.

(zt)