Karîkaturîstê navdar Carlos Latuff Tahir Elçi xêz kir

12:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Karîkaturîstê navdar Carlos Latuff li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi karîkaturek xêz kir. Carlos di karîkaturê xwe de li ser qalikên guleyên li ber cenazeyê Tahir "E-R-D-O-G-A-N" nivîsand.

Kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi rê li ber hêrseke mezin vekir û ketiye rojeva raya giştî. Karîkaturîstê li dinyayê navdar e Carlos Latuff li ser kuştina Tahir karîkaturek xêz kir. Carlos di karîkaturê xwe de li ser qalikên guleyan ên li ber cenazeyê Tahir Elçi "E-R-D-O-G-A-N" nivîsan û li ser hesabê twîtterê ev tişt parvekir: "Ne zehmet e ku bê kê parêzer Tahir Elçi yê li Tirkiyeyê mafên kurdan diparast kuştiye?"

(zt)