Yekîtîya Star: Tahir Elçi ji ber xwedî helwestbû hedef hat girtin
13:19
JINHA
QAMIŞLO - Rexistina Yekîtîya Star a bajarê Qamişlo di derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi de daxuyaniyek viniski weşand.
Rexistina Yekîtîya Star a bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê di derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi de daxuyaniyek viniski weşand. Daxuyanî wihaye; "Dewleta tirk û hikumeta AKP'ê êdî asta hovitiyê zêde kiriye. Kesayetên helwesta xwe ya mirovane nîşan didin dibin hedefa êrîşan. Ew çiqas êrîş dikin gel bi helwestek berxwedêr li hemberî xwe dibînin. Em weke Rêxistina Yekîtîya Star vê helwesta gel a bi cesaret slav dikin. Emê her dem ji bo parastina mafên xwe yên rewa tekoşînê bilind bikin."
(zk/zt)