Li Dêrikê jinek birîndarbû gel bi qirkirinê re ru bi ru ye
13:37
JINHA
MÊRDÎN - Li Dêrikê di roja 4'an a qedexeya derketina kolanan de gel li taxên xwe nobetê digirin, dibin dengê çekan de dengê stiranên kurdî û duruşmên "Bijî berxwedana Dêrik ê" bilind dibe. Duh bi şev di êrîşan de jina bi navê Fatma Ecer giran birîndar bû. Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerim Erdem diyar kir ku amadekariya qirkirinê tê kirin.
Li navçeya Dêrika Mêrdî ji 26'ê mijdarê vir ve qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Ji roja ku qedexe dest pê kiriye heta niha tîmên taybet bi çekên giran taxên Cevîzpinar, Kuçukpinar, Dag, Zeytînpinar û Kaleyê gulebaran dikin û hewl didin têkevin taxan. Gelê Dêrikê li hemberî êrîşan li taxên xwe nobetê digirin û bi berxwedana xwe nahêlin tîmên taybet têkevin taxan. Di êrîşên şevê din a li taxa Cevîzpinarê jina bi navê Fatma Ecer bi 2 guleyên polîsan birîndar bû. Malbata Ecer bi derfetên xwe wê gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Hat ragihandin ku rewşa Fatma baş e. Dema ku parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Erol Dora di ketina navçeyê de bi hinceta ewlehiyê hatin asteng kirin.
Tîmên taybet ên ku nikarin li hemberî berxwedan gel têkevin taxan bi çekên giran taroyên ceryanê û depoyên avê hedef digirin. Ji ber vê êrîşê li navçeyê ceryna û av hatine qutkirin.
'Amadekariyên qirkirinê tên kirin'
Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerim Erdem destnîşan kir ku gelê Dêrikê bi qirkirinê re ru bi ruye û wiha domand: "Av û elektirîk nîne. Gelê Dêrikê bi qirkirinê re ru bi ru ye. Li hemberî gel êrîşên giran hene. Dem dem dengê çekan bilind dibe. Duh bi şev li Taxa Cevîzpinarê agir berdane malan. Birastî jî gel qedexeyê nasnake û na pejirîne. 3 car qedexe hat dirêj kirin. Ez li Qeyîmeqam geriyam bersiva min neda. Dêrik dibin qirkirinê deye, bila welatiyên baldar û raya giştî li Dêrikê xwedî derkevin. Li Dêrikê amadekariyên qirkirinê tên kirin. Malan dişewitînin. Ser avahiyên bilind sekvan bicîh kirin û ew welatiyan gulebaran dikin."
Welatiyên taxên Kale, Zeytînpinar, Cevîzpinar û Dagê ji bo tîmên taybet nekevin taxan bend danîne û tîmên taybet taxan gulebaran dikin. Li hemberî dengê çekên tîmên taybet ji hoparloran stranên kurdî bilind dibin. Her wiha li taxa Zeytînpinaê jî şevê din welatiyên taxê bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Dêrikê" çirayên daxwazan firandin.
(zt)