Li Surê dibin dorpêçê de jinek giran birîndar bû
13:50
JINHA
AMED - Li Sura ku duh qedexeya derketina kolanan a bêdem hatî îlankirin hîna berdewam dike. Wesayîtên zirxî taxan gulebaran dikin, di encama gulebaranê de jinek giran birîndar bû. Welatiyên ku xwestin jina birîndar rakin nexweşxanê ji aliyê polîsan ve hatin gulebaran kirin.
Duh dema ku li ber Minara çar Ling ji bo texrîbkirina wê daxuyanî hatî dayîn, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi li wê hatî qetilkirin, hema piştî bûyerê qedexeya derketina kolanan a bê dem hat îlankirin. Di bin dorpêçê de êrîşên polîsan ser navçeyê berdewam dikin.
Di saetên nîvro de li aliyê Taxa Yenikapi ya dikeve aliyê paş ê Minareya Çar Ling jina 23 saliya navê wê nehat zanîn di encama gulebarana wesayîtên zirxî de birîndar bû. Dema ku welatiyan hewilda jina pir xwîn windakirî rakin nexweşxanê ji aliyê polîsan ve hatin gulebaran kirin. Ji ber gulebarana zêde hîna cenazê wê li erdê ye nerakirine nexweş xanê.
Ji taxên Hasirli û Yenikapiyê dengê çekan bilind dibe. Ji taxên qedexe gelek abolans derdikevin.
(zt)