Li Colemêrgi ji bo Tahir Elçi meş
14:24
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê ji bo protestokirina qetilkirina Tahir Elçi meş hat lidarxistin.
Li Colemêrgê bi pêşengiya Partiya heremên Demokratik(DBP) û Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ê ji bo protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi meş hat lidarxistin. Meş li ber avahiya DPB'ê dest pê kir heya ber avahiya şaredariya Colemêrgê dawî bû. Di meşê de Hevserokê DBP'ê Husnu Raufoglu, Hevseroka HDP'ê Emine Armut û gelek welatî beşdar bûn. Di meşê da pankarta "Em kujeran nas dikin" hat vekirin. Li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê Asim Ozcan da zanîn ku qetilên Tahir Elçi yên Tevli fikir û ramanên wi nebûn û wiha got:"Tahir Elçi, ji ber ku aştî dixwast, fikir û ramanên wî ne pejirandin ji bo wê jî qetil kirin. Em dizanin ku wan raste rast Tahir hedef girtin û qetil kirin. Qatil xuya ne. Em wan bi tundi şermizar dikin."
Pişti daxuyaniyê welatî bi bilindkirina duruşmên "Tahir Elçi namire" belavbûn.
(zyd/zt)