Li Nisêbînê ji bo kesên jiyana xwe jidest dane mewlûd hat dayîn

14:30

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê ji bo welatiyên di encama qedexeya 14 rojan de jiyana xwe jidest dane mewlûd hat dayîn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyên di encama qedexeya 14 rojan de ku bi guleyên polîsan hatin qetilkirin ev bû 3 roj serdanên sersaxiyê li Malên Sersaxiyê yên taxên Devrîm û Dîcle didomiyan. Ji bo kesên jiyana xwe jidest dane mewlûd hat dayîn Di mewlûdê de wêneyê kesên jiyana xwe jidest dane hatin hildan û gelek welatî beşdarî dayîna mewlûdê bîn.

(zt)