Gelê Cizîrê ji bo Tahîr Elçî meşiya
14:48
JINHA
ŞIRNEX – Bi deh hezaran kes li bazara Tahir Elçî lê hatibû dinyê meşiyan. Girseya ku bi pankartê “Qetilkirina Tahîr Elçî Sedama Bilindkirina Berxwedanê ye” vekirin durişmên “PKK gel e gel li vir e “ berz kirin.
Li Cizîrê bi deh hezaran kes ji bo Tahîr Elçî meşiyan. Li Cizîrê ku îro lê jiyan rawestiyabû ti dikan nehatin vekirin û gel tevlî meşê bûn. Di navê de rêvebir û hevserokên DBP’ê Hevseroka Meclisa Gel Asya Yuksel û gelek saziyên sivîl jî heyî bi deh hezaran kes li ber derê DBP’ê gihiştin hev û pankartê “Qetilkirina Tahîr Elçî Sedama Bilindkirina Berxwedanê ye” vekirin û bi durişmên” Tahîr Elçî nemir e”, “Kujer dewlet hesab bide” û “PKK gel e, gel li vir e “ berz kirin û heya ber avahijya qeymekamtiyê meşiyan. Cihê meş tê re derbasbû jin derketin balkonan û paçên reş hejandin. Piştî girse gihişt ber avahiya qeymakamtiyê durişmên “ Kujer dewlet” bilind bûn.
Li vê derê ji bo şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê li ser navê Baroya Şirnexê Parêzer Sertaç Kayar axivî û diyar kir ku ev demek dirêjbûye Tahîr Elçî û fikrên wî hedef hatine girtin û ev tişt anî ziman: "Gelê Tirkiyê kesekî ku ji bo edeletê, wekheviyê û aşitiyê têdikoşiya winda kirin. Emê wek baroya Şirnexê şopdarê doza wî bin. Emê ala wî li erdê nahêlin û emê doza wî bibin serî.”
‘Tahîr Elçî Gel e, PKK gel e gel li vir e’
Piştî Sertaç Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel axivî û pirsa sucê Tahît Elçî çibû kir û wê pirsê wiha bersivand: "Tahîr Elçî Kurd bû, ji Cizîrê bû, gotibû ‘PKK ne rêxistinek terorêye rêxistinek siyasiye’ loma wî qetil kiron.” Asya anî ziman ku ew gotinên Tahîr Elçî dibare dikin û ev tişt got: "PKK irada çil milyon Kurd e. Tahîr Elçî gel e gel li vir e. PKK gel e gel li vir e.”
Piştî Asya Hevserokê DBP’ê Mesut Nart jî axivî û diyar kir ku Tahîr Elçî zarokê Cizîra Botanbûye û ev tişt anî ziman: "Em xemgînin lê em ewqas jî serbilindin. Em soz didin ku ji îro pêde emê ji bo hêviyên wî li ser lingan bin. Li hember vê pergalê tenê rêyek me heye ew jî berxwedan e.
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya runiştinê pek hat.
(ma/zt)