Ji bo Turkan Elçi tehdîda 'dora te ye'

14:53

JINHA

AMED - Hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku duh li Amedê hat qetilkirin Turkan Elçî li ser twîtterê ji aliyê Gencer Erkul (@gencer_erkul) ve bi gotina "Dor a te ye" rastî gefê hat.

Hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku duh li navçeya Surê ya Amedê bi suîkastê hat qetilkirin Turkan Elçî li ser twîtterê rastî gefên Gencer Erkul (@gencer_erkul) hat. Heman heqaret li Tahir Elçî yê hat qetilkirin jî kir û ji hevjîna wî Turkan Elçî re jî gefên "dor a te ye" xwarin.

(zt)