Dayîkên Aştiyê ji bo Tahîr Elçî rê li trafîkê girtin

15:24

JINHA

WAN – Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê bi boneya qetîlkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar bikin çalakiya rûnîştinê pêk anîn. Dayikên ku rê li trafîkê girtin rastî mudahaleya polîsan hatin.

Li Wanê endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku duh li navçeya Surê ya Amedê hat qetîlkirin şermezar bikin çalakiya rûnîştinê pêk anîn. Dayîkên ku bendên reş li eniya xwe girêdan li kolana Maraşê bi tîlîlî û çepîkan dest bi çalakiyê kirin û rê li trafîqê girtin. Dayîkan di çalakiya xwe de wêneyên Tahîr Elçî vekirin û bê navber dirûşmeyên wek “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” , “Tahîr Elçî nemîr e", "Em Tahîr Elçî ji ber nakin” û “Bijî biratiya gelan” berz kirin. Wesayîtên ku ji ber girtina rê rawestiyan jî bi qorneyên xwe piştgîriyê dan dayîkan. Welatiyên ku li derdorê kom bûn jî bi çepîk û tîlîliyan piştgiriyê dan çalakvanan.

Dayên ku bi deqeyan rê li trafîkê girtin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên ku bi mertal û maşîneyên zirxî hatin cihê çalakiyê destur nedan ku dayîk çalakiyên xwe bi dawî bikin. Lê dayîkan li ber xwe dan û çalakiya xwe heya dawiyê berdewam bikin.

‘Ji ber Tahîr aştiyê dixwest hat qetîlkirin’

Dayîkan di dorpêça polîsan de daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhsîne Yilmaz li ser navê dayîkan axivî û diyar kir ku Tahîr Elçî sembola aştiyê ye û îro ji bo aştiyê çalakî li dar dixin û ev tişt got: “Tahîr Elçî bi salan e ji bo aştiyê û biratiyê têdikoşe. Lê çibû bi çek û qetlîamê bersîv dan daxwaza aştiyê. Ji ber ku Tahîr Elçî aştiyê dixwest hate qetîlkirin. Em dayikîn her agahiya mirinê canê me di êşîne. Êdî em naxwazin ku dilê me dayikan bi êş e.”

‘Êdî bes e’

Muhsînê gotinê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davidoglu yên Torosên Spî bibir xist û ev tişt li gotina xwe zede kir: “Dema ku serokwezîr hat Wanê bi torosên Spî gef li me kurdan xwar û îro gefên ku li me kurdan kir yek bi yek derdîkeve pêşberî me. Gelo dewlet çi ji me dixwaze. Çima êrîşê me dike û zarokên me qetîl dike. Êdî bes e, em şer û mirin di jiyana xwe de naxwazin.”

Muhsîne di dawiya axatina xwe de qetîl kirina Tahîr Elçî bi tund şermeza kir û got ku dê heya kengê qasidên aştiyê bên kuştin, bila êdî azadî û aştî bê welat.

Piştî daxuyaniyê dayîk di dorpêça polîsan de bi bilindkirina duruşme û tilîliyan belav bûn.

(ro-ho/zt)