Li 4 taxên Nisêbînê qedexe hat îlan kirin

17:56

JINHA

MÊRDÎN - Li bdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê yên Nisêbînê qedexeya derketina kolanan a bêdem hat îlan kirin.

Qedexe û dorpêça hêzên dewletê ya li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bênavber didome. Li 4 taxên navçeyê, ji aliyê Qeymeqamiya Nisêbînê ve qedexeya derketina kolanê hate îlan kirin. Li gor nivîsa ku Qeymeqamî ji Şaredariyê re şand, îşev saet di 21.00'an de li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe destpêdike. Dîroka dawîbûna qedexeyê nehate diyarkirin ango qedexeyeke bêdem hate îlankirin. Qedexeya 3'emîn a ku 14 rojan berdewam kiribû, 4 roj berê di 26'ê Mijdarê de bi dawî bibû. Di 14 rojên qedexeyê de, 9 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hin ji wan giran 19 kes jî di êrîşan de birîndar bibûn. Her wiha di êrîşan de bi dehan mal an jî kargehên gel jî hatibûn xirabkirin.

(zt)