Bi bombebaranê Birdariya Andrea Wolf' hat xira kirin
17:59
JINHA
WAN - Li herêma Kelha ya Şaxê "Şehîdgeha Rohanî" ya ku ji bo bîranîna gerilaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) ya ku bi 23 hevalên xwe re hatî qetilkirin hatî çêkirin bi bombebaranê tê xirakirin.
"Şehîdgeha Ronahî" ya li herêma Kelah a Şaxê ku ji bo bîranîna PKK'yiya Alman Andrea Wolf a tevî 23 hevalên xwe di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabû hatibû avakirin, bi bombebarana hewayî hate xirabkirin. Hate zanîn ku Abîdeya Wolf a di sala 2013'an de hatibû vekirin, 2 roj berê di bombebarana balefirên şer û helîkopteran hatiye xirabkirin. Di bombebaranê de li gel abîdeyê, avahiyên wekî mizgeft, mêvanxane û metbexê jî di bombebaranê de hatine xirabkirin. Andrea Wolf jî di nav de 24 gerîllayên PKK'ê yên di 23'ê Cotmeha 1998'an de li çoltera navçeya Şax a Wanê jiyana xwe ji dest dabûn û heya niha gora komî ya ku cenazeyên wan di nav de ne nehatiye dîtin. Herêma ku şehîdgeh jî tê de ye, beriya demekê ji aliyê Walitiya Wanê ve wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" hatibû îlankirin.
(zt)