Li Amedê polîs taxan gulebaran dikin

18:13

JINHA

AMED - Piştî ku Serokê Baroya Amedê ji aliyê sed hezaran ve hat definkirin li taxên Rezan û Peyasê polîsan dest bi êrîşa ser taxan kirin. Polîs taxan gulebaran dikin û bombeyên gazê di avêjin.

Li Surê di roja 2'emîn de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ji bo protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi welatî daketin kolanan. Li ser Cadeya Goçmenler û Emekê yên Rezan polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî welatiyan dikin. Welatî jî li hemberî êrîşan derketina şaneşînê xwe û çalakiya deng derxistinê berdewam dikin. Li ser Cadeya Fatih jî wesayîtên zirxî û wesayîtên bi markayên Renge Rover taxan gulebaran dikin û bombeyên gazê di avêjin nava taxan.

Li Taxa Huzurevleriya Peyasê jî polîs taxan gulebaran dikin û bombeyên gazê di avêjin.

(zt)