Jin: Dê berxwedana me berdewam bike û dengê me hîn zêdetir bihêz derkeve

09:45

JINHA

STENBOL - Hevseroka HDP'a Stenbolê Ayşe Erdem bertek nîşanî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi da û got: "Dê tekoşîna me berdewam bike û dengê me hîn zêdetir bihêz derkeve." Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Perihan Akbulut jî wiha got: "Divê em xwe wiha birêxistin bikin ku ev bibe mirina dawiyê."

Her diçe bertekên li hember qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi mezin dibe. Jinan diyar kirin ku sarayê û hikumeta AKP'ê ev qetilkirin pêkanîn, deshilatî hemû kesên alîgirên aştiyê hedef digirin. Hevseroka HDP'a Stenbolê Ayşe Erdem da zanîn ku qirkirinek din jî li komkujiyên ji dîrokê heya niha li Tirkiyê tên kirin zêdebû û wiha domand: "Qetilkirina Tahir Elçi rewşek gelek bi êşe. Em hemû pir ji kur de bandor kirin û birîn kirin. Li Tirkiyê hemû kesên aştî xwaz û tekoşîna aştiyê didin ji aliyê deshilatiyê ve hedef tên girtin. Bila baş bizanin dê bi qirkirinan nikaribin me ji tekoşîna me ya aştiyê dur bixin."

'Emê bi dengek hîn bilindtir aştiyê bixwazin'

Ayşe êrîşên bombayiyên li Amed, Pirsus û Enqerê bibîr xist û wiha domand: "Ti cidahiya qetilkirina Tahir Elçi ji van qirkirinên dinê nîne. Ez bang li her kesê dikim bila li hemberî qirkirinan dengê aştiyê bilind bikin. Deshilatî dixwaze me li hemberî qirkirinan bitirsîne û bê deng bihêle. Lê nikarin vê bi ser bixin. Emê tekoşîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin berdewam bikin û dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin."

'Divê em xwe wiha birêxistin bikin ku ev bibe mirina dawiyê'

Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Perihan Akbulut jî faîlên kiriyar nediyar ên salên 90'an bibîr xist û wiha axivî: "Di salên 90'an de jî wiha em li nava kolanê qetil kirin. Dema ku em nebin yek dê her roj bi vî awayî me qetil bikin. Bila ev bibe mirina dawiyê. Divê em xwe wiha bi rêxistin bikin ku kes nikarin têkevin nava me gelên aştî û azadî xwaz. Ji ber ku Tahir Elçi gotiye; PKK ne 'rêxstina terorê ye' hat qetilkirin. Bêguman PKK ne 'rêxistina terorê ye.' Di rastiyê de teror dewlete. Yên gel qetildikin dewlete. Mafê kesê nîne ji PKK'ê re 'rêxistina terorê' bêjin."

(zt)