Li Cizîrê qedexe nîne lê êrîş hene

09:47

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê tevî ku qedexe nehatiye îlan kirin jî polîs êrîş dibe ser welatiyê ku diçin ser karê xwe. Ji ber êrîşan xwendekar nikaribûn biçin dibistana xwe.

Li Cizîrê piştî meşa ji bo Tahîr Elçî bûyer derket. Polîsên ku di saetên şevê de êrîş birin ser taxa Yafesê di setên sibê de jî hatin ser Çar rê a taxa Nurê û Cûdî dan ber bombayan. Ji ber bûyaran ev demek dirêje rêya Hevrîşimê ya bazirganiya navneteweyî ji tirafiqê re girtiye. Her wiha xwendekar jî ji ber êrîşan nikaribûn herin dibistanên xwe. Niha jî li Cizîrê dengê çekan û bombeyan bilind dibe.

(ma/rc)