Polîsê Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kir
10:13
JINHA
ŞIRNEX - Kurdistaniyên ku qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Cizîrê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Di êrîşê de polîsên Tirk kesekî bi navê Haci Sasûr qetil kir.
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li navçeya Şirnex Cizîrê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Di çalakiya protestoyî ya duh êvarê ya li Taxa Yafesê de polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Polîsên bi wesayîtên zirxî li ser rêya derdorê bi cih bibûn bi bombeavêjan bombe avêtin ser welatiyên li ser rêya Bêrvanê. Her wiha bi çekên giran gule li ser welatiyan reşandin. Yek ji bombeyên polîsên Tirk li welatiyê bi navê Haci Sasûr ket û bi giranî birîndar bû. Welatiyan ew rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanan Hacî nehat rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku cenazeyê Hecî ji ber êrîşa polîsan li mala taxa Yafesê tê ragirtin.
(rc)