Li Emiyeta Erzirom li jina xwandekar îşkenceya dervî mirovahî!
11:20
JINHA
ERZIROM - Xwendekara bi navê Z.Î. ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê hate binçavkirin li qereqolê hate tazîkirin û rastî îşkenceyê hat. Z.Î. ya ku ji ber îşkenceyê xwîn jê çû, bi awayekî tazî xwestin bimeşe û rabe û rûnê. Z.Î. ya ku psîkolojiya wê xira bû ne dikare biçe dibistanê ne jî dikare razê.
Li Erziromê skandalek qewimî. Z.Î. ya ku dema 27'ê Mijdarê ji bo ezmunan çû Zanîngeha Ataturkê bi hevalên xwe ve hate binçavkirin, ew birin qereqolê. Z.Î. li qereqolê hate tazîkirin û li her dera wî hate mêzikirin. Piştre jî polîsan ew bi awayeke tazî dan rûniştandin û rakirin ser piyan rastî tacîzê hat. Bi vê yekê re jî nema di encama îşkenceyê de xwîn jê çû. Piştî ku hate tazîkirin polîsên mêr ji derî wê mêzekirin û rastî tacîza fîzîkî û devkî hat.
Ji bo teşhîrkirinê ji polê hate binçavkirin
Z.İ. buyerê ku jiyaye ji Ajansa Nûçeya a Dîceleyê re vegot û anî ziman ku polîsên sivîl ji bo ku wê teşhîr bikin ji polê binçavkirin û piştre jî ew nîşanî komên nijadperest dan. Z.Î. tiştên ku jiyaye wiha anî ziman: "Dikaribûn min li cihê ku dimam bigirin. Lê tenê ji bo ku min teşhîr bikin ji polê binçavkirin. Ewil min gote azmuna min heye piştre bigirin bin çavan. Lê polîs gote min dê mamoste azmunê neke tu were. Jixwe ji bo binçavkirinê belge jî nîşan nedan. Ji milê min girtin û ji nava hevalên min, birin. Li dibistanê polîsan min nîşanî xwendekarên faşîst dikir. Lê deng nedihat çi gotin min nebîhist."
'Tazî kirin'
Z.Î. ya ku bandora îşkenceya ku li emniyetê dîtiye ji ser xwe neavêtiye anî ziman ku di binçavan de hatiye tazîkirin û rastî îşkenceyê hatiye û wiha berdewam kir: "Ji min re digotin terorîst û heqeret dikirin. Ji min re digotin çi karê te li cem terorîstan heye binêre tu xweşik î. Ew te bi kar tînin. Piştre jî dê te tenê bihêlin. Piştre min tazî kirin. Heta peda ku ez bikar tînim mêze kirin. Nêzîkatiyeke rûmetşikandinê bû. Ji bo ku rûmetê bişikînin çi ji destên wan hat kirin. Piştre jî qîr kirin û bi awayeke tazî xwestin ez bigerim, xewstin ez rabim û rûnim. Dema ku min qebûl nekir jî bi zorê dan kirin."
'Xwîn ji min çû'
Z.Î. destnîşan kir ku polîsên jin tacîz û heqeret kirin û wiha got: "Qasî nîv saetan bi aweyeke tazî min dan sekinandin. Pir çû zora min. Ez pir giriyam. Dema ku ez tazî bûm xwîn ji min çû. Wan jî qet guh nedan û henekên xwe bi min kirin. Êşa min dest pê kir piştre çûm nexweşxaneyê hê jî êşa min hebû. Şalên ku min mêze dikirin. Digotin çima tu van bi kar tînî, tu terorîst î Heqeret li min dikirin, qîr dikirin. Ez ê çawa vebêjim nizanim. Van tiştan mirov bi mirovan nake."
Z. Î. got ku îskence bi vê yekê re jî nema û piştî lêgerîna tazî rastî tacîza devkî û fîzîkî hatiye û ev tişt vegot: "Piştî lêgerîna tazî dema ku min cilên xwe li xwe dikir, polîsên mêr li derî li min mêzedikirin. Dema ku ez ji odeya lêpirsinê derketim vê carê jî polîsan bi gotina 'canê min' 'bebika min' tacîz kirin û tacîza fîzîkî jî pêk anîn."
'Psîkolojiya min xira bû'
Z.Î. da zanîn ku ji ber bûyerê psîkolojiya wê xira bûye û wiha got: "Ev tiştêk ku hatin kirin derveyi mirovahiyê bûn. Ev 2 roj in ez digirîm û nikarim biçim dibistanê. Her tim min dişopînin. Di bin pêkûtiyê de bûn psîkolojiya min xira dike. Ez nizamin çi bikim. Ne ketim azmunan jî."
(rc)