Jina ku xwendin û nivîsandinê nizane ji ber parkirinên Facebook ê hat girtin
11:26
Piroz Zırıg / JINHA
DÎLOK - Xebat Gengeç a 46 salî hatî binçavkirin û 3 rojan dibin çavan de mayî sedema binçavkirina xwe wiha anî ziman: "Ji ber parkirinên Facebookê ez girtim. Xwendin û nivîsandina min nîne, heta telefona min jî nîne, ez xebitandina telefonê jî nizanim."
Li Dîlokê di şeva 28'ê îlonê de Xebat Gengeç a 46 salî girtin binçavan û 3 rojan dibin çavan de ma. Sedema binçavkirina xebat a xwendin û nivîsînê nizane, tirkî nizane "Parkirinên wê yên Facebook" ê bûye. Tiştên ku Xebat jiyan kirî ji bo ajansa me wiha vegot: "Ez dayîka 8 zarokame. Zarokek min seqete yên dinê jî biçukin. Xwendin û nivîsîna min nîne, telefona min nîne, ji xwe ez xebitandina telefonê jî nizanim. Bi henekên zarokên xwe ez hînî Facebookê bûme. Ji xwe rupela ser navê min jî nîne. Derengiya şevê polîsên tîmên tayîbet li derî xistin û gotin; 'Xebat derî veke Xebat.' Zarokên min gelek tirsandin, derî şikandin û ketin hindir. Despêkê hewildan keça min bigirin, paşê jî zanîn Xebat ezim."
'Ez têhin bûm ji bo min gotin ava taletê vexwe'
Xebat dibin çavan de zoriyê ji aliyê polîsan ve dîtî wiha bilêv kir: "Ez wê şevê avêtim nezaretê û 3 rojan dibin çavan de hêlam. Ez têhin bûm, dema ku min av xwest gotin; 'Ava taletê vexwe.' Min got; 'Ava taletê pîse hun çima dibêjin ava taletê vexwe.' Wan gotin, 'Qedexeye em avê bidin we dixwazê vexwe, dixwazê venexwe.' Ez têhin mam û min av venexwar. Ez girtim bin lêpirsînê, min tirkî nedizanî, ji bo wê jî ez ji wan tênedigihiştim, paşê wergervanek anî bi wî awayî îfada min girtin."
'Ez ne tirkî ne jî xwendin û nivîsînê nizanim'
Xebat destnîşan kir ku ew 46 saliye heya niha qet telefon ne xebitandiye û wiha domand: "Di bin çavan de ji bo min gotin; 'Tu pere didê zarokan ji bo keviran bigirin me. Tu ser Facebook ê parvekirinan dikê û welatiyan ji bo pefçunê sor dikê. Tu bi telefonê dipeyîvê axaftinên te wihane.' Lê ji ber rewşa min a madî nebaşe dema hatin mala min wan bi xwe jî ditin. Ez ne tirkî, ne jî xwendin û nivîsînê nizanim. Ez xebitandina Facebookê nizanim. Ez 46 salî me heya niha min qet telefon ne xebitandiye û xetek ser navê min tineye, dê çawan axaftinên min ên telefonê hebin."
'Şeva ser mala min de girtin zimanê zaroka min girt nedikarî bipeyîve'
Xebat bilêv kir ku di dema serdegirtina malê de zimanê zaroka wê girtiye nikariye bipeyîve û wiha berdewam kir: "Ez dest ji van dozan bernadim. Ev ne cara yekeme TC vê li min dike. Di sala 2000'an de carekdinê ser mala min de girtin. Wê demê jî ez salek girtim. Wê şeva serdegirtinê zimanê zaroka min girt û nekarî bipeyîve. Berê em dema li gund bûn, hîna ez buka salê bûm her dem TC diha operason dikirin, ser malên me de digirtin, em dixstin zoriyê û me ji destê wan ti hizur nedidît. Şev û rojê ser malên me de digirtin. 6 salan me ev îskence kêşa, ser malan de digirtin, her tişt ji hev belav dikirin, mirovên me qetildikirin û her tişt bi serê me di anîn. Herî dawiyê li gundê me cerdevan bicîh kirin, em jî neçar man ji gund birevin. Em wê demê reviyan hatin Dîlokê."
'Tenê sucê me kurdbûna meye'
Xebat da zanîn ku ji bo zarokên wan di nava tirsê de mezin nebin, enyên girtin û qetilkirin ew reviyan hatin Dîlokê û wiha dom kir: "Ji bo tiştên em jiyan dikin zarokên me nejîn, jiyanek baş jiyan bikin, tirs û zilimê nebînin, zarokên me biçin dibistanê, bixwînin û nebin mexdurê bêmafiyan em hatine vêderê. Ji bo ku zarokên me neyên girtin û kuştin em hatin vêderê. Ji bo ku jiyana koletiyê bi dawî bibe û jiyanek aram bê jiyîn. Lê ji bo me rehetiyê nahêlin, em li kubin ji xwe nasname heye, em kurdin ji bo wê her tiştî li me dikin. Hemû sucê me kurdbûna meye."
(dk/fk)