Dêrik ji hewa de tê bomba kirin!

12:07

JINHA

MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel agahiyên ji hewa de bi helikopteran bombakirina Dêrikê da û diyar kir ku welatî di malên xwe de girtî mane, destur nayê dayîn ti heyet têkevin herêmê.

Di roja 6'an de qedexeya derketina kolanan li navçeya Dêrika Mêrdînê berdewam dike. Ji duh ve tîmên tayîbet êrîşên ser taxên Cevizpinar, Kale, Kuçukpinar, Dag û Zeytinpinarê zêde kirine, lihemberî êrîşan gel daketin kolanan û dest bi berxwedanê kirin. Li taxan welatiyan dest bi çalakiya deng derxistinê kirin. Serê sibê ji nava taxan dengê teqînên mezin bilind dibe. Welatiyê bi navê Omer Turan ê ku li navenda Dêrikê li bazarê dijî hat zanîn roket bi mala wî ketiye û xira bûye. Ji navçeya dengê teqînên mezin dertê mirî û birîndar hene yan na nayê zanîn.

'Ji helîkopteran de taxan bombebaran dikin'

Ji taxên teqînên mezin lê derdikevin agahî jê nayê girtin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel û heyeta ku pêre ye îro ji bo biçin Dêrikê ketine rê. Parlementer jî di navê de nahêlin kes têkevin Dêrikê. Welatiyên di navçeyê de di nava bombebaranê de dijîn agahî dan parlementeran û tiştên jiyan dikin ji wan re vegotin. Çaglar got: "Li gorî agahiyên ku me ji welatiyan girît bi helikopteran ji hewa de Dêrikê bombabaran dikin. Niha şer li gelek taxan belava bûye, di nava taxan de mirî û birîndar hene yan na kes nizane. Gel di hindirê navçeyê de hatine girtin. Li aliyekê malên wan dişewitînin, li aliyê dinê jî ji hewa de wan bombebaran dikin."

(şa/zt)