Li Wanê mirina zarokek keç a bi goman

12:25

JINHA

WAN - Li Taxa Akkopru ya Wanê xwendekara keç a 17 salî Hilal Kaya di baxçê mala xwe de bi ben hilawistî hat dîtin.

Li Taxa Akkopru ya navçeya Tuşba ya Wanê xwendekara keç a 17 salî Hilal Kaya di baxçê mala xwe de bi ben hilawistî hat dîtin. Hilal di saet 04.00'an de bi darê ve hilawistî hat dîtin. Dema ku serê sibê dayîka wê ji bo nimêjê rabû, li oda keça xwe nêrî netêdeye, li derî nêrî, deriyê derve vekiriye hema derket baxçe. Cenazê Hilal rakirin morga Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.

(zt)