Konfiransa Hevbeş ya UN Women û Meclîsa Bilind ya Jinan Dest Pêkir

12:30

JINHA

HEWLÊR- Bi Pêşengiya Rêxistina UN Women û Meclîsa Karûbarên Jinan a Başûrê Kurdistanê li bajêrê Hewlêrê konfransa dest pêkir.

Îro bi Pêşengiya Rêxistinên UN Women û Meclîsa Karûbarên Jinan a Başûrê Kurdistanê li bajêrê Hewlêrê konfiransa bi dirûşmeiya "Yekdengî û bihevrekarkirina jinan tekoşîna jinan li hember tundiyê bihêztir dike" dest pê kir. Konfiransa ku wê 2 rojan berdewam bike, li ser mijarên parastina jinan ên wek; pêşî girtina li şîdeta zayendî, binpêkirina mafên jinan û çareser kirina nakokiyên derbarê şîdeta ser jinan û zagonên ku hatine pejrandin lê nehatine pêkanîn bê gotûbêj kirin.

Di konfiransê de Seroka Desteya Jinan Êvar Îbrahîm axivî û derbarê jinên Êzidî ên di Kampan de nirxandin kir. Êvar wiha got: "Rewşa jinên Êzidî li kampên başûr pir xirabe. Ji ber vê ev konferans dê bibe wesîleyê çareserkirina van pirsgirêkan. Bi taybet zewaca li kampên penaberan ên Rojava û başûrê Kurdistanê di temenê 18 salî de pir zêde bûye." Herweha Êvar ragihand ku ne zagonên herêmî ne jî ên navnetewî nayên pêk anîn.

Seroka Rêxistina Asûde Xanim Rehîme diyar kir ku divê tevahî jin berxwedana jinên Rojava mînak bigre û wiha got: "Eger pergala jinan bê esas girtin wê çareserî bi xwe pêşbikevin.

(şb/rc)