Li Bursayê cenazê du jinên hatine qetilkirin hatin dîtin

12:59

JINHA

BURSA - Li navçeya Yildirim ê bi durahiya yek kilometre ji hev cenazeyê du jinên bi çeka bêdeng hatîn qetilkirin hatin dîtin.

Li ser rêya Somaliya navçeya Yildirima Bursa yê du jinên bi qasî kilometreyekê ji hev dur bi çeka bêdeng hatine qetilkirin hatin dîtin. Li gorî agahiyên ji leşkeran hatin girtin, cenazê jinekê hatiye dîtin. Paşê jî bi qasî kilimetreyekê dur cenazê jinek dinê jî hat dîtin. Du jinên hîna nasnameya wan nehatî diyarkirin hat zanîn ku bi yek guleyê hatine qetilkirin.

(fk)