Li Dêrikê malan dişewitînin û parlementeran gulebaran dikin

14:25

JINHA

MÊRDÎN - Li Dêrikê di roja 6'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike, dibin qedexeyê de êrîş berdewam dikin û hat zanîn ku polîsên tîmên tayîbet gelek mal şewitandine. Parlementerên ku hewildan têkevin navçeyê rastî gotina fermandarê leşkeri ya "ji vêderê herin" hatin. Dema ku Parlementer Çaglar Demirel got: "Hun kê ser axa wan derdixin." Kesê ku dihat zanîn fermandare ewana gulebaran kir. ÎHD'ê di derbarê bajarê dibin gulebaranê de çavdêriyên xwe wiha anî ziman: "Jiyana mirovan tine tê hesibandin."

Di roja 6'an de li Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Dibin qedexeyê de polîsên tîmên tayîbet li taxên Cevizpınar, Kale, Kuçukpınar, Dag û Zeytinpınar ê êrîşan giran dike. Parlementerên HDP'ê Çaglar Demirel û Meral Daniş Beştaş li Taxa Tepebaşi ji aliyê barîqatên polîsan ve hatin sekinandin. Dema ku di ketina navçeyê de îsrar kirin û dest bi meşê kirin kesek bi cilên sivîl hat gel wan û xwe weke fermandar da nasîn û got: "Ez fermandarim, vêderê biterikînin." Çaglar bertek nîşanî gotinên wî da û got: "Tu kê ji ser axa wan derdixê." Piştî demekê çeka xwe derxist despêkê parlementer tehdîd kir û paşê jî rasterast ew gulebaran kir.

Çaglar di derbarê mijarê de agahî da û da zanîn ku wê xwestiye li gel Qeymeqam û Walî hevdîtinê bike, lê her du yan jî bersiva telefonên xwe nedane û wiha domand: "Divê bilezgînî tiştek bê kirin, jiyana sivîlan mijara gotinê ye, di sînorê birçîbûnê de li ber xwe didin. Di ti şeran de sivîl hedef nehatine girtin. Gelo dewletê Dêrik ji çav derxistiye?"

İHD: Dawî li tecrîda ser Dêrikê bînin

ÎHD'ê di derbarê rewşa Dêrikê ya ji 25'ê Mijarê heya niha dibin dorpêçê de tê girtin çavdêriyên xwe wiha parkir: "Her çendî li gorî daxuyaniya Qeymeqamiyê ji 26'ê Mijdara sala 2015'an saet di 00.00'an heya 12.00'an qedexeya derketina kolanan a hemû Dêrikê digire dorpêça xwe ser 8 taxan hatibe danîn jî di 25'ê Mijdarê saet 17.00'an de qedexeya derketina kolanan îlan kirine û barîqat danîne. Qedexeya ku di 26'ê mijarê de hatî îlankirin û dê heya saet 12'an hatibana rakirin heya fermanek dinê neyê ragihandin hat dirêj kirin.

'Dixwazin welatî navçeyê birdin'

Ji 26'ê mijadrê heya niha êrîş ser navçeyê zêde dibe. Li ser cadeya deya ku ji aliyê gel ve weke Cadeya Destina tê zanîn, taxa Kale, cadeya kulube, taxa Dag û Cevizpinar ê dengê çekan bilind dibe. Ji dema ku denê çekan ji navçeyê bilind bû li ser avahiyên bilin sekvan hatin bicîh kirin.

(zt)