ÎHD: Tahir Elçi ji ber dîrok parast hat qetilkirin

14:32

JINHA

COLEMÊRG - ÎHD'a Colemêrgê der barê qetil kirina Tahir Elçi de daxuyani da çapemeniyê.

Komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê (İHD) der barê qetil kirina Hevserokê Baro ya Amedê Tahir Elçi de daxuyani da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleyê İsmail Akbulut hat xwendin. İsmail, balkişand ser awayê qetil kirina Tahir Elçi û wiha axivi; "Minara çar ling ji ber ku ji aliyê polisan ve her roj dihat gulebaran kirin, çand û kevneşopiya gel dihat taromar kirin. Ji bo li hemberî tinekirina dîroka minarê Tahir Elçi xwest rayagiştî têkeve nava tevgerê. Ji bo wê jî li ber minarê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê ew qetilkirin."

(zyd/zt)