Nav: Şehrîban: Temen: 17: Rewşa wê ya Medenî: Zewicî û mirî!
16:18
JINHA
WAN - Hat îdiakirin ku li Wanê Şehrîban Bozkurt (17) a ducanî ji ber tundiya malbatê xwe kuşt.
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê Şehrîban Bozkurt (17) a ducanî ji ber tundiya malbatê roja 28'ê mijdarê li taxa Xaçortê xwe daliqand. Hat ragihandin ku Şehrîban 2 sal berê bi zilamekî ku berê zewicîbû û hevjîna xwe berda bû re hatibû zewicandin. Hat îdiakirin ku malbatê tundî li ser Şehrîban dimeşand û telefonî dayîka xwe kiribû û jêre gotibû ku ew êdî nema dikare wê tundiyê rake. Lê li gorî îdiayan li ser dijberiya kekê wê malbatê nehiştiye were malê û li ser wê yekê 2 roj berê li malê xwe daliqand.
Cenazeyê Şehrîban li goristana taxa Xaçortê hat definkirin.
Li Taxa Akkopru ya navçeya tuşbaya navenda Wanê jî xwendekara refa dawiyê ya lîsê Hilal Kaya ya 17 salî di saetên serê sibê de li ber malê xwe bi darekê ve daliqandibûye.
(zt)