Şideta ser jinan: Şideta hindirê malê çiye?

08:40

JINHA

ENQERE - Li gorî daneyên Wexfa Şêwirmendiya Jinan şideta ser jinan di nava malê de hemû binpêkirinên mafê mirovan yên zayendî, tindî, tehdîd, derunî, aborî û fîzîkî digirin nava xwe.

Li gorî Wexfa Şêwirmendiya Jinan hemû awayên şidetê yên ku jinan di nava civakê de weke cinsê duyem dibîne dikeve mijara şidetê. Şideta ser jinan di nava malê de hemû binpêkirinên mafê mirovan yên zayendî, tindî, tehdîd, derunî, aborî û fîzîkî digirin nava xwe.

Jin ji mêrên herî nêzî xwe şidetê dibînin

Di nava malbatê de jin di her temenê xwe de şidetê dibînin. Jin ji mêrên herî nêzî xwe şidetê dibînin. Di nava civak û malbatê de gelek caran şidet ji bo jinê rewa tê dîtin.

Li gorî Wexfê koka şideta nava malê ji hişmendiya zayendiyê tê. Deshilatiya mêr li ser jinê weke mafek xwezayî tê dîtin. Rolên hatine dayîna jin û mêran weke mêr bihêze jin lewaze didin nîşandan. Mêr li ser jinan xwediyê mafê gotinê ne. Şideta mêran ser jinan normal dîtin.

(zt)