'Fikirîn ku dê tirkbûnê bi rêya zarokên keç û dayîkan têxin Dêrsimê'
08:42
Meral Laçoglu/JINHA
STENBOL - Dr. Zeynep Turkyilmaz ser qirkirina Dêrsimê ya 1938'an, di wê de jî ser jin û zarokên keç lêkolîn kiriye. Zeynep polîtîkaya dewletê ser Dêrsimê wiha nirxand: "Fikirîn dê tirkbûnê bi rêya zarokên keç û dayîkan têxin hindirê Dêrsimê."
Dewleta Osmaniyan a weke Împarator tê zanîn û rejîma wê ya nû Komara Tirkiyê ji bo netew û nasnameya bû pêvajoya hilewşînê. Fikra ku Komara Tirkiyê li ser hatî avakirin "Tirk bûyîne." Yek ji qirkirinên wê demê hatine kirin jî di sala 1938'an de qirkirina Dêrsimê ye. Perwerdêra Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Dartmouth College yê Dr. Zeynep Turkyilmaz ser qirkirina Dêrsimê û tayîbetî jî di nava qirkirinê de tiştên ser jinan hatî jiyandin lêkolîn kiriye.
Ji bo têgihiştina bûyerê Zeynep hinek jî çîroka jiyana jinên Dêrsimiyan ji paş de girtiye dest. Zeynep di salên 1925'an û şon de polîtîkaya dewletê ya leşkerî û sivîl ser gelê Dêrsimê bibîrxist û wiha got: "Li gorî dahurînan ev herêm her diçe kurdbûn lê zêde dibe. Hişmendiya ji xwe berê Dêrsimî tirkbûne ji ber baweriya xwe ya dînî mesafe xistine nava xwe û tirkbûnê, ev mesafe vegeriyaye nefretê didan avakirin. Li gorî raporên wê demê her diçe Dêrsim hem di nava xwe de kurdbûnê zêde pêşde dibin û hem jî belavî derdorê dikin. Ji bo wê jî zagonên Tuncelî di sala 1935'an de derdixin. Ev zagon baş tên nirxandin û dest bi nirxandinên qirkirinek bi kokî dikin. Piştî sala 1937'an êdî bi fîzîkî qirkirinan dixin meriyetê."
Zeynep bilêv kir ku divê tayîbetî jî qirkirina Dêrsimê ser jinan bê nirxandin û wiha berdewam kir: "Çend kes hatine qetilkirin, şêweyê qetilkirinê û nirxandinên ser qirkirinê divê em baş ser rawestin. Li gelek deveran mirov bi komî hatin qetilkirin. Li vêderê qirkirinek komî heye. Ez tayîbetî jî ser mijara di nava qirkirinê de keçên Dêrsimê sekinîme. Ji ber ku li gorî raporê polîtîkaya wan a ser keçên Dêrsimê derdikeve holê."
(zt)