Jinên Wanê: Dê gelê kurd serî li hemberî qirkirinan netewîne

10:11

JINHA

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi dan û gotin: "Tahir Elçiyek biçe, dê hezar Tahir Elçi bên." Jinan dan zanîn ku gelê kurd bi salane li hemberî qirkirinan li ber xwe dide.

Jinên Wanê bertek nîşanî qetilkirina Tahir Elçi dan. Jinan destnîşan kirin ku qetilkirina Tahir ne tesadufe, ew hedef girtine. Jinan bilêv kirin ku ew ne bawerin qatîlên Tahir Elçi derxînin holê û qetilkirina Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û Musa Anter weke mînak nîşan dan. Ji jinên Wanê Mizgîn Babat anî ziman ku faîlek kiriyar nediyar ê din jî hate kirin û wiha got: "Weke her demê carekdin gotin; 'Ti eleqeya me pê nîne.' Lê gel qatîlan nas dikin. Dixwazin ser tiştên wiha bigirin. Em di ferqêdene kê çawan kiriye."

'Dê qirkirin nikarin gelê kurd têk bibin'

Mizgîn derbirî ku her dem Tahir banga aştiyê dikir û dixwest şer bi dawî bibe û wiha berdewam kir: "Ya ku li Hrant Dink kirin ji bo Tahir Elçi jî rewa dîtin. Ji piştê ve li Hrant Dink xistin û devkî li erdê xistin, bi heman şêweyî Tahir Elçi jî înfaz kirin. Welatiyên ji bo aştiyê çun Enqerê jî hatin qetilkirin. Bi xwe komkujî kirin û avêtin ser DAIŞ'ê. Em hemû dizanin ti ferqa AKP'ê ji DAIŞ'ê nîne. Weke ku gelê kurd li hemberî polîtîkayên wan ên êrîş û qirkirinê emê her dem li gel alîgirên aştiyê bin."

'Hestên me nehatine tinekirin'

Esra Bay jî anî ziman ku hikumeta AKP'ê ji aştiyê ditirse û wiha got: "Em mafê xwe diparêzin, lê dema ku ew bi îsrar ser me de bên emê jî bi parastina cewherî şer bikin. Dê berpirsên qirkirinan li hemberî gel hesabê bide. Fikir û ramanên Tahir Elçi di heman demê de fikir û ramanên mene. Emê dayîk tekoşîna wi ya biromet û hewildanên wi yên ji bo aştiyê dewir bigirin û berdewam bikin. Her dem ev hikumet alîgirên aştiyê qetildikin. Di salên 90'an de bi veşartî mirov qetildikirin û niha heman tiştî vekirî dikin. Em kurd jî dikarin şer bikin, lê em tevgerek bi wijdanin û giringiyê didin canê mirovan. Hestên me bi qasiyên wan nehatine qirêjkirin. Dê ticarî gelê kurd li hemberî van êrîşên zaliman serî netewîne. Ew şer derdixin, em aştiyê dixwazin."

'Em hemû ji bo şer amadene'

Halime Bilen jî da zanîn ku Tahir mirovek ji rêzê nebûye, bi qetilkirina wî peyam dane kurdan. Halime destnîşan kir ku li gel her tiştî jî ewê tekoşîna Tahir berdewam bikin û wiha dom kir: "Tahir bi helwesta xwe hêz da me. Tevlî bernama CNN TURK'ê bû û gotî 'PKK ne rêxistinek terorê ye' wê demê bertek û tehdîd girt. Piştî bertekan hewildan wî bavêjin girtîgehê lê bi ser neketin, paşê jî ew qetilkirin. Deshilatiya AKP'ê şer dixwaze. Emê jî îsrara xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin. Ne tenê Tahir bi dehan mirov qetilkirin heya hilbijartin dubare kirin. Beriya hilbijartinan jî ji ber mirovan dengê xwe nedanê hatin qetilkirin. Bi tehdîd û êrîşan nehêla welatî bi rehetî biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Bila nefikirin dê bi van qirkirinan çavê me bitirsîne, Tahir Elçiyek çu, dê hezar Tahir Elçi bên. Ez bi zarokên xwe ve di rêya wî de bimeşim. Dema ku deshilatiya AKP'ê şer bixwaze emê jin şerbikin. Em hemû ji bo şer amadene, em natirsin."

'Dê bi bedel dayînê berxwedan berdewam bike'

Şirin Babat jî diyar kir ku qetilkirina Tahir Elçi ne tesadufe û wiha berdewam kir: "Li Enqerê jî bi dehan ciwan ji ber aştî xwestin hatin qetilkirin. Emê ticarî qetilkirina mirovên aştîxwaz nepejirînin û li hember bisekinin. Emê di daxwazên xwe yên aştiyê de îsrar bikin, dema ku ew jî bi vî awayî ser me de bên û me qetil bikin emê jî bersiva pêwîst bidin û xwe biparêzin. Gelê kurd bi hêsan nehatine van rojan û piştî em gihane vê astê emê ticarî ji rêya xwe venegerin. Emê bi bedel dayînê berxedana xwe berdewam bikin."

(zt)