Tabeleya Arîn Mîrxan li Dubîzê hat daliqandin

10:32

JINHA

KERKÛK - Li navçeya Dubîz tabeleya wêneya Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan ya ku li hember dagirkeriya DAIŞ'ê çalakiya fedaî pêk anîbû hat daliqandin.

Li navçeya Dubiz a Kerkûkê Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi armanca bîrdariya Şehîd Arîn Mîrkan, tabeleya wêneyê Arîn Mîrkan danîn. Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya navçeya Dubiz, îro perdeya li ser tabeleya wêneyê Şehîd Arîn Mîrkan ku li ser rêya serekî ya Dubiz û Pira Kerkûkê ye, rakirin. Berpirsa Desteya Jinan a navçeya Dubiz Elfiye Îbrahîm derbarê mijdarê de wiha got: “Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinê, me wek Yekîtiya Jinên Dubiz tabeleya wêneyê şehîd Arîn Mîrkan li navçeyê danî.” Elfiye Îbrahîm di dewama axaftina xwe de wiha got; “Ev çalakiya me ji bo rêzdarî û bîrdariya rihê pîroz ê Arîn Mîrxan ku bi şêweyekî lehengî ji bo parastina gelê xwe, xwe feda kir . Ev tabeleye ji aliyê desteya me ve hat amadekirin. Her wiha li ser rêya sereke ya Dubiz û Pira Kerkûkê me danî.”

Di 25’ê Cotmeha 2014’an de Arîn Mîrxan bi şêweyekî lehengî di şer û pevçûnên dijwar a Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê de, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek fedayane pêk anî û tevlî karwanê şehîdan bû.

(rc)