Emîne Çagirga: Tahir Elçi li pey doza me bû emê jî li pey doza wî bin
10:34
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Dayîkên Cizîrê ku xizmên wan bi aweyekî failên wan ne diyar hatine qetilkirin diyar kirin ku Tahir Elçî bi salane ji bo ku failên windayên wan bên cezakirin têkoşiyaye û wiha gotin: "Ew li pey doza me bû emê jî heya ku em saxbin li pey doza wî bin.”
“Ew li pey doza me bû emê li pey doza wî bin” ev gotina dayîkên Cizîrê yên ku xizmên xwe bi aweyekî failên wan ne diyar winda kirine. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî parêzertiya dozên xirab kirina gundan û Failên ne diya dikir. Malbatên ku xizmên xwe di salên 1990’an de winda kirine û Tahîr Elçî di dozên wan de tekoşîn kirîn di derheqê qetilkirina Tahîr Elçî de axivîn û diyar kirin ku Tahîr Elçî ji sala 1992’an heye niha şopdarê dozê wan bûye ewê jî ji îro û pêde şopdarê doza Tahîr Elçî bin.
‘Tahir Elçî kurê me bû’
Jina bi navê Emîne Çagirga ku di sala 1992'an de 7 kes ji malbata wê hatîn kuştin û di dema dorpêça Cizîrê de keça wê ya 13 salî Cemîle Çagirga hatî qetilkirin û di raya giştî de bi bedenda wê ya di hindirê bozdolabiyê de tê zanîn destnîşan kir ku Tahîr Elçî parêzerê hemû kesên rastî zilmê hatî bûye. Emîne da zanîn ku Tahîr Elçî ji 1992’an heya hat qetil kirinê li ser failên kiriyar nediyar wan sekiniye û wiha domand: "Heya roja ku hat kuştin jî got; 'Aşitî' û got; 'Bila ev şer bisekine. Tahîr Elçî ji aliyê polîsên sivîl ve hat kuştin, dewlet dixwaze vê bûyerê ji situyê xwe derxe. Lê ew çî bike nikare, ji ber ew dîmenên qetilkirinê li ber çavên her kesê ne.” Emîne anî ziman ku ji roja Tahîr Elçî got; 'PKK ne rêxistina terorêye' heye roja hatiye qetil kirin dewlet li pey bûye û wiha berdewam kir: "Em heya saxbin emê li pey doza wî bin. Kes nemîne em dayîk tenê jî bi mînin emê li pey doza Tehir Elçî bin, Tahir kurê me bû. Kurê malbatên şehîdanbû.”
‘Tahir Elçî li halê me dipirsî li pêşiya zilmê disekinî’
Emîne got ku tiştê li Tirkiyê tên kirin li ti deverên dunyayê nayê kirin û wiha got: "Ka kê dîtiye serokê baroyê hatiye kuştin. Dewleta Tirk ne dibêje zarok, ne dibêje doktor, ne dibêje parêzer hemû kesî qetil dike. Tahir Elçî ne tenê parêzerê Kurdan bû parêzerê hemû kesî bû. Em bang li hemû gelan dikin ku werin destê xwe bidin destê me û hesab ji kujerê Tahir Elçî bipirsin.”
Eyşe Gûven ku di sala 1993’an de hevserê wê tê qetil kirin û piştî qetil kirinê jî li gel kesek dinê dişewitînin jî diyar kir ku li Tirkiyê ki rast bi axive tê ceza kirin û ev tişt tîne ziman: "Emê rast biştexilin. Ew nikarin me bi girtinê û kuştinê xilas bikin, emê her dem li ber xwe bidin. Tahir li halên gundan pirsî li halê zarokê li ber diwaran pirsî, li halê mexduran dipirsî. Zilm li kuderê hebûna diçû pêşiya zilmê disekinî.”
Eyşe da zanîn ku hikumeta AKP’ê ji ber ku zanibiye Tahir bigre jî bê feydeye loma wî kuştin û wiha dewam kir: "Tahir çu wê hezar Tahir rabin, wê hezar parêzer di şopa wî de herin.”
(ma/zt)