Li başûrê Kurdistanê jin bingeha xebatek hevbeş avadikin

11:18

JINHA

HEWLÊR - Li Başûrê kurdistan, bi boneya heftiya têkoşîna dijî şîdeta ser jinan û ji bo pêşî li şîdet û tundî bê girtin, Saziyên Jinan ên herêmî û navnetewî bernamek a karên hevbeş dane dest pêkirin. Li ser giringî û armanca Konferansê Seroka Komîsyona Jinan a Navneteweyên yekbûyî Hêbe Qisas û Edîtora Rojnameya Jiyan Seywan Rostem Afrasiyav ji JINHA yê re axivîn.

Seroka Komîsyona Jinan a Navneteweyên yekbûyî Hêbe Qisas a Filistînî diyar kir ku, bi giştî li Îraqê û bi taybet jî li herêma Kurdistanê jin di bin zextê rêxistinên teror ê dene û wiha got: "Armanca vê Konfiransê xwert kirina bingehê têkoşîna hemberî şidetêye. Ev Konferansa hevbeş yekemîn pirojeya çareseriyê ye. Em wek komisyona neteweyên yekbûyî ji vê rewşa jinan a li herêma Kurdistanê dilgran û nerehetin. Em hatine piştgîriya jinan bikin, ji bo aramî û têkoşîna li hember terorê. Herweha em piştgiriya serbixwe bûna jinan dikin. Em di bêjin nabe her dem mafê jin bê xwarin."

Hêbe Qisas di dawiya gotinên xwe da ragihand ku sedema bin pêkirina mafên jinan ji lawaziya têkoşîna jinan tê, ji rewşa xirab ya aboriya civakê û koçberiya zêde bingeha xwe digre. Hêbe di dawiya gotina xwede destnîşan kir ku Konferans peyama bi hêzkirina têkoşîna li dijî şîdetê daye nîşandan. Rêvebera beşa raghandinê a Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistan û Edîtora Rojnemeya Jiyan, Seywan Rostem Afrasiyav derbara pêşveçûna herdu konferansa ku pêk hatî nirxand û wiha got: "Di konferansa ku li bajarê Silêmaniyê pêk hatibû, 24 rêxistinên jin beşdar bûn. Her wiha saziyên civaka sivîl jî tevlîbûn. Di vê konferansê de me bernameya xebata hevbeş avakir. Ev yek jî xwedî girîngiyek mezine."

Seywan derbara konferansa ku bi pêşengiya UN Women û Meclîsa Bilind ya Jinên Başûrê Kurdsitanê li Hewlêrê pêk hatî jî wiha got: "Giringiya van Konferansan ji hev nêz kirina hizir û nêrînên cuda ye. Dewlemendiya nêrîn û pêşniyaran di nava jinan de pêş dikeve. Ev yek hêviya çareseriya di mirovan de avadike. Pir aliyên rewşenbîr û bîrmend projeyên xwe pêşkeş kirin. Her wiha zêtir behsa çareserî ji bo pirisgirêkên di hemî qadan rastî jinan tê tên kirin."

(şb/rc)