Di çavên Rojnameger Rukhsana Aslam de rêveberiya cewherî, berxwedan û êrîş

11:55

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Rojnamegera Pakistanî Rukhsana Aslam a ku li Yeni Zelandayê rojnamegeriya aştiyê kirî di derbarê êrîşên ser Kurdistanê berdewam diki de wiha axivî: "Ez weke yekî ji Yeni Zelandayê çî bipirsim kême, ji ber divê gelên li Tirkiyê bersiva vê bidin. Ezê li Pakistan û Tirkiyê hemberî vê derkevim."

Her dem qala zimanê mediyayê yê şer û zimanê divê rojnameger li hemberî şer bikar bînin tê kirin. Rojnamegera Pakistani Rukhsana Aslam a ku di derbarê siyaset, medya û astengiyên rojnameger rastî tên lêkolîn dike. Dr. Rukhsana Aslam a Pakistani li Zanîngeha Auckland Teknoloji ya Yeni Zelanda (AUT) yê di derbarê Yeni Zeleanda, Tirkiye û zimanê aştiyê de axivî. Rukhsana da zanîn ku divê li Tirkiyê ne pergal despêkê zimanê kesan ê şer bê guhertin û divê despêkê kes bên guhertin.

'Li Pakistanê di her qadê de jin hene'

Rukhsana anî ziman ku li Pakistanê 2 cureyên rojnamegerên jin hene û wiha domand: "Kesimek temen mezin hene ewana bi awayê megazîn dinivîsin. Jinên ciwan hîn zêdetir ser tiştên giring disekinin. Ser mafên civakî û bûyerên siyasî dinivîsin. Rojnamegerên herî navdar herî zêde di editorye de hene." Rukhsana bilêv kir ku di mediyayê de Pakistanê gelek muhafazakar nîşan didin û wiha berdewam kir: "Jinên Pakistanê weke minin. Jin xwendî û bihêzin. Jin di nava her aliyê jiyanê de hene. Medya Pakistanê şaş dide nîşandan."

'Li Yeni Zelandayê ji ber ku Emerîkanî xwezayê qetildikin ji bo wê nayên heskirin'

Rukhsana destnîşan kir ku li Yeni Zelandayê çanda Pakistanê ne pirsgirêke. Rukhsana da zanîn ku li Yeni Zelandayê jî piraniya jinan dixebitin. Rukhsana diyar kir ku ji ber Yeni Zelanda welatek demokratîke ji bo wê jî qenalên wan ên nûçeyan gelek kêmin û heya di nûçeyên şevê de jî ajalan nîşan didin. Rukhsana derbirî ku li Yeni Zelandayê hîna mediya baş pêşneketiye û wiha domand: "Lê li cîhanê çî dibe nîşan dide. Qala DAIŞ'ê jî dike lê ne zêde." Rukhsana bilêv kir ku li Yeni Zelandayê partiya deshilat partiyek netewiye û biriyarên ji aliyê welatiyan ve tên girtin, ji aliyê dewletê ve tê erê kirin û wiha berdewam kir: "Welatî difikirin ji ber ku têkiliyên hikumetê bi Emerikayê re heye dê biriyarên baş negirin. Welatiyên Yeni Zelandayê Emerikayê hes nakin. Emerikayê ser Okyanosa Pasifikê ceribandinek nukleerê kir û di wê ceribandinê de gelek masî mirin. Welatiyên Yeni Zelandayê gelek ji xwezaya xwe hez dikin. Piştî wê ceribandinê tebeqeya Ozonê qul qulî bûye û ew qul qulî jî li ser Yeni Zelandayê ne. Welatî difikirin ku Emerîka xwezaya wan tine dikin. Ji bo wê jî ji wan hez nakin. Ew difikirin ku Emerîkan her kesê dikire."

'Bê alîbûn ji şidetê wêdetir rê li pêşiya hovîtiyê vedike'

Rukhsana anî ziman ku gelê Pakistanê ji Emerikayê hez nakin û wiha domand: "Piştî êrîşên 11'ê Îlonê Bush daxuyaniyek da û ji Serokwezîrê Pakistanê re dibêje; 'Yan hunê weke daxwazên me bikin, yan jî emê we ji nexşeyê derxînin û vêderê bi erdê ve bikin yek.' Ji bo wê jî Pakistan bi serê xwe nikare biriyarê bide, girêdayî Emerikayê ye." Rukhsana ji bo Farqînê jî wiha axivî: "Ez çî bêjim kême ji ber divê gelên Tirkiyê bersiva vê bidin. Li Pakistanê û Tirkiyê ez li dijî vê rewşê me. Bê alîbûn ji şedetê zêdetir rê li ber hovîtiyê vedike. Emerîkan xwe weke polîsê cîhanê dizane, Tirkiye jî heman tiştî dike. Şidet xirabe, nayê pejirandin şidet ser gel bê kirin."

'Em neçarin bi pênûsa xwe û nivîsên xwe şer bikin'

Rukhsana di derbarê zimanê mediyaya Tirkiyê yê şer de jî wiha got: "Ez tenê Tirkiye nebêjim. Hun dema nûçe dinivîsin zimanek çawan bikartînin ku nakevin heman şaşiyê. Em qala pergalê nekin, qala kesan bikin. Wê demê dê hîn zêdetir hêsan bibe. Dema ku guherîn bi kesan despêkir dê pergal jî bê guhertin. Rojnameger ji bo xwe rojnamegerên şatiyê nabêjin, lê divê rojnamegeriya aştiyê bikin. Carnan bi êrîşên dewletê em nav hev de diçin, ev xwezayiye. Lê divê li hember hemû rewşan em bi sebir bin. Dema ku em jî şidetê bi kar bînin, wê demê ferqa me ji wan nîne. Em neçarin bi pênûs û nivîsên xwe şer bikin. Ji ber ku şur û çekên me jî ewin."

Rukhsana herî dawî wiha got: "Dema ku ji aliyê medya, hikumet û civakê ve şidet li we hat kirin, şideta wan bikar neyînin. Despêkê pirsa hun çima vî karî dikin ji xwe bikin û bisekinin, çavên xwe bigirin û bi dilê xwe wê pirsê ji xwe bikin. Bi wî awayî hun dikarin di hindirê xwe de aştiyê bibînin."

(zt)