Li Surê jinek bi giranî birîndar bû
11:58
JINHA
AMED - Li Surê piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan 4 kes birîndar bû. Jina ku bi giranî birîndar bûye destûr nayê dayîn ku ambulans bikeve hundir, hat zanîn ku jina birîndar li malê tê tedewî kirin.
Piştî ku li taxên Savaş, Cemal Yilmaz, Hasirlî, Dabanoglu, Fetîhpaşa û Cevatpaşa a navçeya Sura Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin, êrîşê tîmên taybet û polîsan despêkir. Navçeya ku rastî êrîşa giran tê heya niha 4 welatî birîndar bû. Hat zanîn ku di nav 4 kesên birîndar jinek heye û bi giranî birîndar bûye. Ji ber ku polîsan ketina ambulansê asteng dikin, jina birîndar li Taxa Hançepek ji aliyê welatiyan ve li mal tê tedewî kirin.
(rc)