'Dê ev şer we jî bişewitîne'
13:25
Sarya Gozuoglu / JINHA
STENBOL - Piştî bombakirina Ozgur Ulke yê 21 sal derbasbû. Rojnamegerên jinên peyîwira hevalên xwe girtine û 21 salin wê xebatê berdewam dikin gotin: "Ji bo em hesabê hevalên xwe bipirsin em li vêderêne. Rojnamegerên muxalîf û ciwanên li rupelên dîrokê dinêrin baştir vî karî bi hirs dikin. Weke 21 sal berê dibin her şert û mercan de emê rastiyan bigihînin gel."
Di salên 90'an de ser kesimên muxalîf û demokrat tindî zêdebûn. Rojnamegerên digotin "Dê rastî di tariyê de nemînin" jî ji aliyê deshilatiyê ve dihatin qetilkirin û girtin. Beriya niha 21 salan di 3'ê yê Berfanbarê de buroyên Ozgur Ulke yên Kadirga û Çagaloglu yên Stenbolê û Enqerê bombabaran kirin. Piştî wê 15 rojan ji aliyê Serokwezîra demê Tansu Çiller ve bi veşartî belgeyek hat weşandin. Di belgeyê de ev tişt cîh girtin; "Organên çapemeniya alîkariyê didin bolucuyan û ziyanê didin dewletê hatin tinekirin."
'Dê ev agir we jî bişewitîne'
Dema ku buroya Ozgur Ulke ya Kadirgayê hat bombakirin têde Ersin Yildiz jiyana xwe jidest da û 23 rojnameger jî birîndar bûn. Paşê rojnamê bi şêwirmendiyek mezin weşana xwe berdewam kir, gelek parêzvanên mafên mirovan li rojnamê xwedî derketin û belavkarî kirin. Çapemeniya çepgîr jî buro vekirin û ew şêwirmendî hêza xwe ya berxwedanê nîşan dan. Roja piştî bombakirinê rojname bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne" derket. Li gel hemû êrîşan jî Ozgur Ulke dest ji gihandina rastiyan berneda. Niha jî bi navê Ozgur Gundem weşana xwe berdewam dike.
'Kevneşopiya êrîşên dewletê nehatiye gulertin'
Ji edîtorên Ozgur Gundemê Sevdiye Ergurbuz diyar kir ku ji ber çapemeniya azad qirkirinên dewletê û kirinên wan ên der hiquqî didin ji bo wê dibin hedef û wiha got: "Hişmendî nehatiye guhertin, ji ber kevneşopiya êrîşê ya dewletê nehatiye guhertin. Ji ber hîna dewletê bi sucên ku kirine re nehatiye bahev ji bo wê jî ji nivîsên wan ditirse û hîna jî êrîşî çapemeniya azad dike. Çapemeniya kurdan tayîbetî jî dema ku li Kurdistanê nûçeyan dişopîne tindî û êrîşan tê. Ev rewş nehatiye guhertin, lê divê bê guhertin. Dê rojekê çapemeniya alîgir a Tirkiyê jî rastî êrîşên ser çepemeniya azad tên kirin bên. Her dem nûçegihan ji derve rastî êrîşê tên. Di daxuyaniyekê de dema ku nûçegihan hewildide tiştên heyî bide çapemeniyê, polîs wan taqîb dikin, dixin bin qeyîdan û weke îlegal lê dinêrin."
'Ji bo hesab pirsînê em li vêderê ne'
Sevdiye bilêv kir ku ew weke çapemeniya azad li hemberî êrîşan neketine û wiha berdewam kir: "Ji bo em hesabê rojnamegerên hatine qetilkirin li vêderê ne. Metin Goktepe, Hrant Dink û bombakirina Ozgur Ulkeyê nehatiye ji bîrkirin. Dema ku em li dîrokê dinêrin her dem rojnamegeran û ciwanan zêdetir ev kar bi hirs kirin."
'Em li hemberî êrîş û tindiyan bêdeng nebûn'
Xebatkara Ozgur Gundemê Burcu Ozkaya jî destnîşan kir ku piştî 21 salan tiştek nehatiye guhertin, hîna êrîş berdewame û wan jî li hemberî êrîşan serî netewandine û wiha domand: "Gernendeya giştiya Rojnama Ozgur Gundemê Gurbetelli Ersoz di qada çapemeniyê de xebitî û paşê jî berê xwe da çiyiyan. Piştî Gurbetelli Deniz Firat jî kevneşopiya wê çapemeniyê berdewam kir. Li hemberî hovitiya wan berxwedan kirin û di wê oxurê de çun."
'Dema ku di çapemeniya muxalî debê û jin bê dibê hedefa pergalê'
Burcu anî ziman ku dewlet hewildide çapemeniya azad bêdeng bike û wiha dom kir: "Xebatkarên çapemeniya azad ên jin hîn zêdetir rastî êrîşan tên. Dema ku em hem çapemeniya muxalîfbin û hem jî jin bin êrîşên ser me hîn zêdetir dibin." Burcu da zanîn ku di sala 2011'an de jî dibin navê dosiyeya KCK'ê de êrîşî çapemeniya azad kirin û wiha pêde çu: "Wê demê jî em bê deng neman. Wê demê jî herî zêde êrîşî ser hevalên me yên jin kirin. Êrîş weke 21 sal berê dê her dem bê dawîbin. Li hemberî wan em bêdeng nebûn û emê bê deng nebin. Emê her dem li qadan bin. Emê nivîsîna dengê yên tên perçiqandin berdewam bikin."
(zt)