Girseya Derê Çiyê hat gulebaran kirin

13:28

JINHA

AMED - Welatiyên ku ji bo piştgirî bidin gelê Surê li Qadê Derê Çiyê civiya bûn hatin gulebaran kirin. Jinek birîndar bû û kesên ku dixwastin birîndaran xilas bikin jî hatin gule baran kirin.

Li Surê piştî qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin berxwedana gel despêkir. Welatiyên Amedê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Surê li Qadê Derê Çiyê li hev civiyan rastî êrîşê polîsan hatin. Polîsan êrîş bir ser girseyê ku kombûne û gule barand. Di encamê de jinek birîndar bû. Polîsên ku rakirina jinê birîndar asteng dikin, kesên ku dixwazin birîndaran xilas bikin jî tên gulebaran kirin.../

(rc)