Jiyanek bê wêne Medîne Memî tê bîra kê?

13:58

JINHA

SEMSÛR - Medîne Memî di sala 2009'an de li navçeya Kolika Semsûrê di baxçeya mala xwe de, di bin koxika mirîşkan de veşartî hat dîtin... 16 salîbû û li gorî rapora Tipa Adlî bi zindî hatî bin axkirin derket holê. Ji aliyê malbatê ve rastî şîdetê dihat û ji polîsan re gotibû ku, "Ew ê min bikûjin." Medîne a ku bi hinceta "Bi mêran re dipeyive" hat qetil kirin, her kesê ku li hember pergala mêrsalarî bêdenge berpirsyarê mirina wê bû. Îro 6 sal li ser qetilkirina Medîne re borî, qetil kirina jinan didome û wêneyek jî li şûna Medîne nemaye.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di 2'ê Kanûna 2009'an de derbarê qetilkirina Medîne Memî de wiha gotibû: "Bi saxî definkirina Medîne Memî di rastiya xwe de bersiva jina li Rojhilata Navîn şoreş pêş xistiye ya li hemberî feraseta pergala baviksalariyê ye."

Dihat bîra kê ku koxika mirîşkan bibe gora zindiyan. Medîne a 16 salî di sala 2009'an de bi zindî hat bin ax kirin, yek wêne jî li şûna wê nema, bi vî aweyî ket ber çerxa pergala desthilatdariyê. Bi gerîna çerxê re kê dizanî ku koxika mirîşkan bibe gora jinan. Lê navê Medîne Memî hîna di wîjdan û hundirê mirovan de dijî. Jina ciwan a 16 salî bi hinceta ku bi mêran re dipeyive ew zindî zindî bin ax kirin.. Bedena Medîne bû ax, ji nefes heya mîdê û kezeb tejî ax bû. Medîne kirin bin axê, ji bo ku ax ji nûve neqelişe, pergala desthilatdariyê beton ser axê lêkir. Yek wêneya wê di destê me de nîne, lê bêy ku li çav binêre êşa hevpar hînê me kir. Pergala desthilatdariyê dest avêt gelek jin ser vê axê. Mêr wek kevira ku li eniya Sûreyya ketiye, wek axê ku li bedena Medîne ketiye ye.

Li navçeya Kolika Semsûrê di 2'ê Kanûna 2009'an de nûçeyek ket ser sîteyan... Hemû sîte digotin, "Medîne Memî a 16'e salî di baxçeya malê xwede di bin axê de veşartî hatî dîtin." Cenazeya Medîne a 16 salî di baxçeya malê de, bin koxika mirîşkan de bi aweyek dest girêdayî û rûnişkandî hat dîtin. Bi hinceta ku bi mêran re dipeyive ji aliyê bav û bapîrê wê ve hat qetilkirin. Lê di encama lêkolînê de derket holê ku Medîne bi aweyek saxî hatî bin ax kirin. Rastiya ku piştî mirina Medîne derketiye holê, dervî wêneya ku ser maseya otopsiyê hatî kişandin wêneyek wê a din nîne.

Malbat ango qatîlê Medîne berî wê agahiya wendahiya wê dabûn. Medîne ji ber şîdeta ku ji aliyê malbatê xwe ve didît gelek car ji polîsan re gilî kiribû. Cînayetek bi plankirî pêk hatiye. Di encama lêkolîn û rapora otopsiya Tipa Edlî, derket holê ku Medîne bi saxî hatî bin ax kirin. Bapîrê wê Fetîh, bav Ayhan û dayîka wê Îmmihan Memî hatin bin çavkirin. Li ser bêdengiya wan ji aliyê dozgerî ve dayîk serbest tê berdan û bapîr û bavê wê tên girtin. Qatîl ji bo ku cezayê wan bê kêm kirin gelek ked dan.

Li ser îfadeya dayîkê ceza hat birîn

Li ser îfadeya Îmmîhan di dadgehê de sucdar cezayê mûebet standin. Îmmihan piştî dadgehê wiha gotibû: "Ez çi bixwazim. Ez tirsiyam ku riyek bibînin û derên derve. Gotinên ku bên afkirin tê guhê min, wê neyên berdan ne wisan? Min gotibû dema ku cezayê xwe bistînin ez ê qurbanek jêkim. Niha perê min nîne lê dema ku çêbû ez ê jêkim. Wan mala min xirab kirin. Daxwazê min ji dewletê ew e ku tu caran neyên afu kirin. Min her tişt jiyan kir. Zarokê min ji destê min birin. Min rica kir û got hûn bixwazin min bikûjin lê dest nedin zarokê min. Ji min re gotin tunê berpirsyariya vê sucê hilgirê ser xwe. Dema ku min ne pejrand jî min ji malê qewitandin..."

(rc)