Di êrîşa polîsan de jinek û zarokek hat qetilkirin
14:53
JINHA
AMED - Welatiyên ku ji bo piştgiriya gelê Sûrê li Qada Şêx Seîd kom bûyîn rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hatin. Di encamê êrîşê de jinek û zarokek 15-16 salî hat qetil kirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê welatiyên ku ji bo piştgiriya gelê Sûrê li Qada Şêx Seîd kom bûyîn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan li ser xwendekar û girseyê ku li qadê kombibûn gule reşand. Di encama gule reşandina polîsan de jina ku birîndar bûye jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku zarokek ku temenê wî di navbera 15-16'an de jî birîndar bû. Jin û zarokê ku demek dirêj li pişt wesayîta zirxî hatî rawestandin, hat zanîn ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî a Gazî Yaşargîlê. Nasnemeya jina jiyana xwe ji dest daye hîna zelal nebûye. Di êrîşa polîsan de gelek welatî birîndar bûne. Nexweşxaneya taybet a birîndar lê tên dermankirin jî rastî êrîşa polîsan a gazê hat.
Qad hat girtin
Polîs cardin êrîş bir ser girseya ku li hev kombûne. Her wiha qad hat vala kirin û şerît li dora qadê pêçan. Ji navçê dengê çek û teqîna bilind dibe û gel cardin li Derê Çiyê kom dibe. Li aliyê din polîs berê çekan da nûçegihanan û ji bo ji qadê dûr bikevin tehdît kir. Nasname û çanteyê nûçegihanan ji aliyê polîsan ve hat qontrol kirin.
(rc)