Êrîş li hember girseya ku dixwast bikeve Dêrikê: 5 kes hatin binçavkirin
15:25
JINHA
MÊRDÎN - Li Dêrikê qedexeya derketina kolanan didome. Endamên Komeleya Çandê ya Dêrikê dema ku xwestin qedexe protesto bikin rastî êrîşê jandarmayê hatin. 5 welatî hatin binçav kirin.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di bin navê qedexeya derketina kolanan 7 rojin pêkanîna dorpêçan didome. Endamên Komelaya Çandê ya Dêrikê bi armanca piştgirî bidin berxwedana gel û dorpêçê şermezar bikin xwestin bikevin navçê. Di ketina Dêrikê de leşkeran girse asteng kir û bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku di navde Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel heyî. Di dema êrîşê de welatiyên bi navê Sedat Kaya, Cîhan Gûneş, Selahattîn Ozuçalişir, Yusuf Utma û Tayyar Korkmaz ji aliyê Jandarmayê ve hatin binçav kirin.
(rc)