'Ger hinek yên ji ser vê axê biçin hebin ew jî ewin'
16:33
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînêa 4 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Gelê Nisêbînê bi duruşma "Bijî berxwedana Nisêbînê" daketin kolanan. Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek bang li hezaran kesan kir û got: "Bi tang û topan hewildidin me ji ser axa me derxînin. Dema ku hinek ên ji ser vê axê biçin hebin ew jî ewin."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku dem dem qedexeya derketina kolanan lê tê îlan kirin carekdinê di roja 4'an de qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike. Li Taxên Abdulkadirpaşa, Dicle, Fırat û Yenişehirê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dike. Li hemberî êrîşan gelê Nisêbînê li ber avahiya DBP'a Navçeyê kombûn û ber bi Cadeya Devrimê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de li gel bi hezaran welatiyan Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Erol Dora, parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, palementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, hevşaredarên Yenişehîra Amedê û Nisêbînê, Dayîkên Aştiyê, rêvebir û hevserokên HDP û DBP'ê jî amadebûn. Di meşê de pankarta "Êrîşên ser Nisêbîn û Dêrikê îdeolojîkin, rêveberiya cewherî û parastina cewherî mafe" hatin rakirin. Di meşê de dem dem duruşmên weke "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bijî Serok Apo" hatin bilind kirin. Li ser Cadeya Devrimê dema ku meş bi dawî bû Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek diyar kir ku hewildidin bi îlegalkirina rêveberiyên cewherî êrîşan rewa bikin.
'Dema ku hun bi tankan bên, hunê li hemberî xwe berxwedanê bibînin'
Kamuran da zanîn ku gelê kurd bi salane ji bo welatek gel rêveberiya wê bikin tekoşînê didin û wiha domand: "Li cihê ji bo daxwazên kurdan ên li ser axa xwe bi xwe rêveberiya xwe ya cewherî kirinê, bi tank û topan wan bombebaran dikin. Em xwediyê qedim yê vê axê ne, emê ticarî axa xwe neterikînin. Dema ku hinek hebin ji ser vê axê biçin ew jî ew bi xwe ne. Bi fermana walî hun êrîş dikin ser vê axê, wê demê hunê li hemberî xwe hêzek berxwedanê bibînin. Daxwaza kurdan a ser axa xwe bi rêveberiya cewherî xwe rêvebirinê daxwazek demokratîke. Divê ne êrîş rêzgirtinê çareserî jêre bê dayîn."
Piştî axaftinan 10 deqe çalakiya runiştinê hat despêkirin, paşê jî dema ku welatî ber bi taxên qedexe ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hatin. Li Nisêbînê êrîşên polîsan berdewam dikin.
(zt)