'Li hember komkujiyan banga erk wergirtinê li BM'ê hat kirin'

16:35

JINHA

AMED - Bi armanca piştgirya gelê Surê li ser banga DBP û HDP'ê welatî li Derê Çiyê kombûn. Li vir Parlementera HDP'a Amedê Nursel Aydogan daxuyanî da û li hember komkujiya banga erk wergirtinê li BM'ê kir.

Welatiyên Amedê bi armanca piştgirî bidin gelê Surê li Qadê Şêx Saît li hev kombûn. Piştî êrîşê polîsan gel cardin li hev kombû. Welatiyên ku li ser banga DBP û HDP'ê li Derê Çiyê kombûne dirûşmên "Bijî berxwedana Surê" hat berz kirin. Li vir Hevserokê Rêxistina Bajêr a DBP'ê Alî Şîmşek axivî û got: "Êrîşên ku li Kurdistanê didome gihêştiye astek bilind û dorpêç berdewame. Gel xwedî li nirxê xwe bi biryar û berxwedanek mezin derket."

'Li Surê qatlîama mirovên sivîl heye'

Alî wiha domand: "Niha li Surê çekên giran bê sînor tên bikar anîn. Li Surê qetilîama mirovên sivîl heye. Bê guman em van êrîşan napejrînin û em ê li berxwe bidin. Li hember vê pêlê êrîşê em bang li raya giştî a cîhanê dikin ku bikevin nava liv û tegerê. Em kiryarên dervî mirovahî qebûl nakin. Li hember mirovahiyê suç tên kirin. Bi mirinan re pirsgirêk nayê çareser kirin. Di vê polîtîkayê de îsrar kirin, komkujî pêk anîne."

'Em banga erk wergirtinê li BM'ê dikin'

Parlementera HDP'a Amedê Nursel Aydogan jî wiha got: "Ez berxwedana gelê Surê a li hember terora dewletê ya giran silav dikim." Nursel destnîşan kir ku gelê Surê têkoşîn daye meşandin û bi vê têkoşînê dê li berxwe bide û bi serbikeve. Nursel wiha domand: "Li cihê ku xwerêveberin hatine îlan kirin, AKP'ê li şûna ku sedema barîkat û xendekan fambike serî li oparasyonê dide. Li Dêrik û Surê ne operasyona polîsane, şerê bajêre." Nursel da zanîn ku dewlet bi çekên giran û bombeyan êrîşê sivîlan dike û bang li Netewên Yekbûyî kir ku buyeran ji nêzve bişopînin û li hember van buyeran bibin xwedî helwest.

'Parêzeran serî li dadgehên navnetewî didin'

Nursel bi lêvkir ku hikûmeta AKP'ê dê hesabê van êrîşan bide û wiha pêde çû: "Parêzerên rast ên vî welatî dosyên bûyerên ku li vir tên jîn amede dikin û dê bişînin dadgeha navnetewî. Ji 17'ê Tebaxê heya niha 200 sivîl bi guleyê polîsan jiyana xwe ji dest dan. Bê guman dê berdêlê vê yekê çêbibe. Ên ku li hember sivîlan sûcê dikin dê di dadgeha navnetewî de hesabê xwe bidin. Li gorî gotina weliyê Surê dibêje ku dê oparesyona herî giran pêk were. Ev jî tê wateya ku hêjmara kuştina sivîlan dê bibe 50 ango 100. Ewqas sivîl eger werin kuştin dê pirsgirêk çareser bibe? Ev gel dixwaze xwe rêve bibe û azad bijî. We ji devê vî gelî gotina "bi xwerêvebirinê re em ê welat perçe bikin" bihîst, hûnê nebihîsin jî."

Nursel da zanîn ku dixwazin bi riya medyayê qetilîaman rewa bikin û wiha berdewam kir: "Hûn asteng bikin jî çapemeniya azad heye. Bi sayê wan dereng be jî dê daxwazê gelê Kurd were zanîn. Piştî qetilkirina Tahîr Elçî hûn berê çekê bidin me û me qetil bikin jî ev têkoşîn dê bidome."

Rawestandina gel û siyasetvan didome û li navçeyê dengê teqîn û çekan bilind dibe.

Otopsiya cenazeyan tê kirin. Nasnameya kesên hatine qetil kirin hîna zelal nebûye.

(rc)