Mirina jinên Serhetê di tendûrê de didome

09:31

Medya Cebe /JINHA

WAN - Li Wanê çanda çêkirina nanê tenûrê ji aliyê jinan ve tê domandin. Jinên ku di tendûra binê erdê de beramberî mirina xwe nan çêdikin, mêr dibin temaşevan wê. Bişîşka Unîtiya Şewatê a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê Fatma Ozcan derbarê bûyerên şewatê de axivî û wiha got, "Jin di rewşekî ku ji çavan hatine derxistin daye. Derbarê mijarê de em hewl didin tedbîran bigrin û bidin bihîstandin, lê belê divê jin girîngiya vê mijarê fambikin."

Li Wanê jin di tendûra binê erdê de jiyana xwe dixin tehlûkê nan çêdikin û çanda xwe didomînin. Li herêma Serhetê tendûrên bin erd, gelek car dibe sedema mirina jin û zarokan. Bişîşka Unîteya Şewatê a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê Fatma Ozcan diyar kir ku di nava demek kurt de ji sedî 85 kes ji ber şewatê hatine nexweşxanê û got ên ku dikevin tendûrê û dişewitin piraniya wan jin an jî zarokin.

'Bi serserkî dikevin tendûrê'

Fatma da zanîn ku heya niha 120 kesên ku ji ber şewatê û buyerên cidî serî li wê dane û got ku ji sedî 50-60 jî şewat ji ber tendûrê pêk hatiye. Fatma wiha got: "Ji ber ku mirov bi çanda xwe ve girêdayîne nexweşiyên bi vî aweyî pêk tên. Tendûrên vir 150 kîlone, ev tê wateya ku jinek bi hêsanî dikare bikeve tendûrê û çîroka gelek jinên ku dikevin tendûrê jî dişibihin hev. Malbatên ku karê wan bi tendûrê diqede piranî devê wan bi qartonê digrin. Zarok jî ji ber ku nizanin dema ku pêlê dikin dikevin tendûrê. Ji ber ku hûndirê tendûrê bilinde zarok di navde digevizin û bi vî aweyî şopê şewatê piranî di dest, tiliyên ling û ji ber ku serserkî dikevin rûyê wan dişewite."

'Jinên ku ser hişê xwe diçin kes wan nabihîse'

Fatma diyar kir ku 8 jinên ku di tendûrê de şewitîne hatin nexweşxanê û piraniya wan nexweşiya epîlepsî bi wan re heye. Fatma da zanîn ku ji ber germahiya zêde jin ser hişê xweve diçin û dikevin tendûrê û wiha got: "Jin dema ku ser hişê xwe ve diçin dikevin tendûrê. Carnan du saetan di tendûrê de bi serhişê xwe ve çûyî dimîne. Ji ber ku temasê wê bi agir re çêdibe şewatên cidî di laşde pêk tê."

'Li nexweşanê teknîkên ku nexweşên giran pêşwazî bike nîne'

Fatma bi lêvkir ku heya niha ew rastî zarokên ku gelek şewitîne ne hatiye û wiha got: "Em tedewiya fîzîk ji bo zarokan pêk tînin. Ji ber ku salon û cîhazên nexweşxanê nîne em nikarin nexweşên giran pêşwazî bikin. Ji xwe heya niha min jinek giran nexweşketibû dît. Ew jin jî zarokek 17 salîbû. Pêdiviya wê bi beşa lezgîn hebû, lê ji ber ku derfetê me nînbû min nekarî ez bigrim nexweşxanê."

'Jinek li Orduyê şewitî anîn ji mera'

Fatma anî ziman ku di Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê beşa Unîteya Şewatê hatiye avakirin û got ew ji her derê nexweş digrin nexweşxanê. Fatma diyar kir ku buyerên şewatê ne tenê li herêmên Kurdistanê her wiha li her derê pêk tê û wiha domand: "Li Orduyê jinek ketibû çalê agirê qalika findiqan. Ji ber ku di nexweşxaneyan de cih jêre nedîtibûn ji rojavayê tirkiyê sevkî vir kirin. Berî vê bi demek me ji nexweşxanê derxist. Ew ê bi tedewiya fîzîkî bê derman kirin û rewşa wê dê baştir bibe."

'Li hember tehlûkeya tendûrê çareserî'

Fatma da zanîn ku ên ku dikevin tendûrê piraniya wan jinin û wiha got: "Hevjînê nexweşek min nedixwast ku hevjîna wê biçe ser tendûrê û nan çêke. Lê ji ber rewşa wan a aborî xirab bû jin neçar dima biçe nan çêke. Jin dema ku nan ji bo zarok û hevjînê xwe çêdike dikeve tendûrê û dişewite. Şewatên pir cidî pêk hat. Ji bo pêşî li van buyeran bê girtin an tendûr bi dîwaran ve bê çêkirin an jî tendûrên bi ewle warin çêkirin."

'Jin ji çavan hatine derxistin'

Fatma bi bîrxist ku jin bi salane canê xwe dikin berdêl û nan çêdikin lê mêr di vê mijarê de tu gav ji bo çareserkirinê ne avêje. Fatma wiha dawî li gotina xwe anî: "Jin ji çavan hatine derxistin. Di vê mijdarê de em hewldidin tedbîran bigrin û bidin bihîstandin. Lê belê divê jin girîngiya vê mijdarê fambikin."

(rc)